HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 1'ê Mijdarê saet di 11:00 de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin.

Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê civiyabûn çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermandarê li gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin.

2. Dewleta Tirk a faşîst ku sûd ji mirovahiyê negirtiye û bi her rêbazên bêexlaq radibe, ji bo malbatên me yên hêja yên welatparêz biêşîne, perîşan bike û îradeya wan bişikîne, bi derewan dibêje ku zarokên wan şehîd bûne. Di vê çarçoveyê de beriya niha bi demekê ji malbata hevrêya me Şîlan Polat a Colemêrgî re ragihandin ku keça wan şehîd bûye. Lê belê ev îdîaya dewleta Tirk a mêtinger rast nîne. Hevrêya me Şîlan Polat sax e û li ser wezîfeya xwe  ye.

Em bang li malbatên xwe yên welatparêz dikin ku hay ji nûçeyên şerê psîkolojîk ê dijmin û derewên wan hebe û pê nexapin.

2’ê Mijdara 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê