Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;
– 23'ê Tebaxê saet di 18:00 de li qada Pîrbilayê, hêzên me bi çekên giran ji 2 baskan ve li dagirkerên li ser Girê Şehîd Silav dan. Baskê destpêkê yê çalakiya gerîla ya koordîneyî li kamelya û çepereke dagirkeran da. Di encamê de kamelya û çeper hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li yekîneyeke dagirkeran da ku li ber rê bûn. Hejmara dagirkerên ku di çalakiyê de hatin cezakirin nehate zelalkirin.
2. Li herêma Avaşînê li qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê;
– 25'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-11:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Girê Sor barand.
– 25'ê Tebaxê saet di navbera 18:00-22:45'an de piştî ku qada berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan û gazên bi jehr hate bombekirin, dagirkeran xwestin bi pêş ve biçin, lê belê bi destwerdana berxwedêrên Werxelê xwe vekişandin.
– 26'ê Tebaxê saet di navbera 07:50-08:15'an de li ser qada berxwedanê ya Werxelê gelekî drone geriyan. Di encama destwerdana berxwedêran de drone neçar man ji qadê biçin. Heman rojê ji saet 08:30'î û pê ve qada berxwedanê bi gazên bi jehr hate bombekirin.
3. 25'ê Tebaxê saet di navbera 14:30-15:00 de qada Kûnîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
– 25'ê Tebaxê saet di navbera 23:50-00:40'î de li herêma Xinêrê derdora Şehîdgeha Şehîd Şerîf a li qada Kendekolê bi balafirên şer hate bombekirin.
26’ê Tebaxa 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê