HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 11’ê avrêlê de bi şev saet di navbera 00:00-02:00’yan de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember hevrazên Xantûrê û qada Şeşdara ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.

2. Di 10’ê avrêlê de bi êvarî saet di 19:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Şehîd Cîhad, Girê Şehîd Zekî û gundê Ertûşê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.

3. Di 10’ê avrêlê de danê sibehî saet di 08:00’an de Artêşa TC’ê li hember gundê Talisa û Bilîcanê û qadên Garêya Biçûk  û Şîva Hespê ku girêdayî navçeya Çelê ya bi ser Colemêrgê ve girêdayî ye operasyonek li dar xistiye. Operasyona ku heman şevê beşek bi paş ve vekişiyaye, piştre Artêşa TC’ê li qadan yekîneyên xwe yên biçûk bi cî kirine û van yekîneyan keşf dikin û hewl didin kemînan bavêjin.

4. Di 9’ê avrêlê de li Qadên Parastina Medya li hember qadên gundê Petrot, Girê Petrot û Şehîd Dijwar ku girêdayî qada Zapê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi obûs û hawana li dar xistiye.

11 Avrêl 2010

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê