Ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayên me HPG/YJA STAR bi çalakiyan bersiv didin êrîşên artêşa Tirk. Di çalakiyan de 8 leşker mirine û helîkoptereke Skorsky hatiye derbkirin .
“Di navbera 1’ê Tebaxê saet 11:00 – 13:00 û saet 19:00, 2’yê Tebaxê saet 13.00’an, 4’ê Tebaxê saet 06:30 – 09:30’î li ser herêma Qendîl a Herêmên me yên Parastinê ya Medya pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk bi armanca keşfê geriyane. Ev tevgera hewayî li herêmên me yên gerîla dewam kirine. Li gor vê;
2’yê Tebaxê saet di navbera 14:00 – 20:00’an de li herêma Şemzînan a Colemêrgê, 3’ê Tebaxê saet di navbera 10:00 – 19:00’an de li qada Oremar a li ser xeta herêma Avaşîn, 4’ê Tebaxê saet di navbera 06.00-12.00 li herêma Garê, 3’ê Tebaxê saet di navbera 05.00-16.00’an li herêma Metîna, 3’ê Tebaxê saet di navbera 12.00-16.00 û 4’ê Tebaxê saet di navbera 03.00-12.00 li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bêmirov ên artêşa Tirk keşf pêk anîne.
3’ê Tebaxê saet di navbera 14:30 – 15:00 li herêma Avaşîn û Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk pêk hatiye.
3’ê Tebaxê saet di navbera 20:00 – 21:00 de li bejahiya Îdir tevgera balafiên şer ên Tirk rû daye.”
BOMBERDÛMANA ARTÊŞA TIRK DIDOME
3’ê Tebaxê saet di navbera 16:00 – 17:00’an de Alaya Garê ya li ser xeta herêma Xakurkê qadên Tepê Kurê Mizgeftê, Çiyayê Gostê, Tepê Şehîd Armanc û Tepê Geniş bi obus û hewanan bomberdûmanek pêk anîne. Êrîşên artêşa Tirk zêde kirine li herêmên me yên gerîla dewam kirine; li gor vê;
3’yê Tebaxê saet di navbera 21:00 – 22:00 de Qereqola Bêzelê ya li ser xeta herêma Zagros; qada Çarçella, dîsa Qereqola Tepê Memîşa; qadên Tepê Şehîd Hozan û Kale Veragol bi obus û tankan bomberdûman kir.
Roja 3’yê Tebaxê di navbera saet 11:00 – 12:00’an de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, herêmên Tepê Şehîd Rehîme, Tepê Şehîd Bager, Tepê Şehîd Egîd, Şûkê û Tepê Şehîd Gafûr bi obus û hewanan bomberdûman kiriye. Her wiha roja 4’ê Tebaxê di saet 04:00’an de qereqola Grana, herêma Govendê bi obus û hewanan bombebaran kiriye.
Roja 3’yê Tebaxê saet di navbera 19:00 – 20:00’an de qereqola Tepê Meymûn a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê, herêma Şehîd Ronahî bi tankan bombebaran kiriye.
Roja 3’yê Tebaxê saet di navbera 12:00 – 13:00’an de qereqola Êrîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ye; herêmên Xeregol, Tepê Hakan û Şelalê bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye. Dîsa saet di navbera 14:00 – 18:00’an de qereqolên Êrîş û Şkêr herêmên Tepê Hakan, Gundê Êrîş, Dola Heştîdidu û Xeregol bi obus û hewanan bombebaran kiriye. Di encama van êrîşên pêk hatin gerîlayên me jî bi çekên giran bersiv dane.
Roja 3’yê Tebaxê saet di navbera 13:00 – 14:00’an de balafirên şer ên Tirkan bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, li herêmên Xeregel, Gundê Erbîş, Gundê Zerê, Canmeda û Şelalê yên li ser xeta sînor a herêma Zapê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bomberdûman pêk aniye.”
Çalakıyên Gerîla Yen Me
Hêzên gerîlayan me li hemberî êrîşên artêşa Tirk bi çalakiya bersiv dane
“Roja 31’ê Tîrmehê saet di 21:30’an de gerîlayên me li hemberî nîzamiyeya li Şaxa Midûriyeta Polîsan a li taxa Rezan a Amedê çalakiyekî pêk anîne. Di derbarê mirî û birîndarên vê çalakiyê de agahiyekîî zelal nehat bidestxistin.
Roja 4’ê Tebaxê saet 05:20’an gerîlayên me li hemberî qereqola Kisimli ya girêdayî navçeya Elbax a Wanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîne û di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Roja 3’yê Tebaxê di saet 22:00’an de gerîlayên me li hember nêzîkî 15 tîmên taybet ên qereqola li navenda navçeya Pasûr a Amedê çalakiyeke bi çekên giran û ferdî pêk anîne. Di derbarê mirî û birîndarên vê çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Roja 3’ê Tebaxê saet di 19:15’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Milika ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê çalakiyeke li darxistine û 2 leşker hatine kuştin.
Roja 3’yê Tebaxê saet di 19:00’an de gerîlayên me li navçeya Farqîn a Amedê li hemberî leşkerên parastina bendavê dikirin çalakiyeke li darxistine. Di vê çalakiyê de leşkerên di hindirê konteyner û kûlubeyê de hatine hedefgirtin û hatine îmhakirin. 4 leşkerên di kûlubeyê de hatine kuştin.
Roja 3’yê Tebaxê di navbera saet 18:00 – 19:00’an de gerîlayên me rêyên di navbera Darahênê ya Çewlikê û Selvê de girtine. Li vir di derbarê pêvajoyê de ji gel re agahdarkirin hatine çêkirin.
Roja 3’yê Tebaxê saet di 17:00’an de gerîlayên me rêyên di navbera Ebex a Wanê û Bazîd a Agiriyê girtine. Gerîlayên me li vir wesayîtekî dewletê şewitandine.
Ev demeke rêya di navbera Îdir- Qaqizmanê de di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Ev 5 rojin rêya di navbera Dêrsim – Erzinxan’ê di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 2’yê Tebaxê saet di 23:00’an de gerîlayên me li hemberî kûlubeyên nobeta nexweşxaneya leşkerî ya li navçeya Tetwan a Bedlîsê çalakiyeke li darxistine. Di vê çalakiyê de çawişeke pispor hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li taxê operasyon daye destpêkirin lê piştre operasyon bêyî ku encam bigire paşve vekişiyaye.
Roja 3’yê Tebaxê gerîlayên me di saet 07:30’an de li ser rêya Bedlîs – Xana Hewêl dema derbazbûna wesayîtên zirxî de çalakiyeke sabotajê pêk anînen. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî hatiye derbkirin.
Roja 3’yê Tebaxê saet di 04:00’an de artêşa Tirk bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov li hemberî gundê Hasanpaşa û herêmên Kaniya Masiya û Kanê Gorkê yên dewrûbera gund a girêdayî navçeya Melezgir a bajarê Mûşê operasyon daye destpêkirin. Artêşa Tirk di vê operasyona ku ti encam jê negirtî de gelê sivîl ê herêmê binçav dike.
Roja 3’yê Tebaxê saet di 12:30’an de gerîlayên me di herêma navbera navçeya Bazîd a Agirî û Wanê de li hemberî helîkoptere Skorsky çalakiyeke li darxistin û gerîlayên me bi çekên giran helîkopter bi awayekî bandor xistine. Li ser vê yekê helîkoptera Skorsky neçar maye ku paşde vekişe.
Roja 4’ê Tebaxê saet di 01:00’an de gerîlayên me li hemberî xeta gaza xwezayî ya li navçeya Qamûşan a Qersê çalakiyekî sabotajê li darxistine.
Roja 3’yê Tebaxê saet di 06:00’an de gerîlayên me li hemberî pira li herêma Mehendê ya ku li ser rêya diçe qereqola Bêzelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyekî sabotajê li darxistine û pir hatiye îmhakirin. Heya niha rêya di navbera Gevrê Civiyan û Bêzelê de di kontrola gerîlayên me de dimîne.
4 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG