Ji çapemenî û raya giştî re!
24’ê Tîrmehê saet nêzî 23.00’an ji aliyê artêşa Tirk ve li hember Herêmên me yên Parastinê yên Medya bi awayekî berfireh êrîşeke hewayî pêk hatiye. Bombardûmana ku gelek balafirên şer dewam kirin, heta 25’ê Tîrmehê saetên nîvro dewam kirine. Di vê çarçoveyê de detayên êrîşên li hember herêmên Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn, Basya, Garê, Qendîl û Xakurkê wiha ne:
24’êTîrmehê di navbera saet ji 00.00 heta sibê 06.30 qadên Şehîd Harûn, Dola Şehîdan, gundên Bokrîska û Lewce ji aliyê balafirên şer ên artêşaTirk hatine bomberdûmankirin. Di encama êrîşan de li eraziyê şewat derketiye, xanî û malên welatiyên sivîl zerar dîtine. Şewata li wê herêmê hê dewam dike. Îro di navbera saet 03.30 û 06.30’î de pêgerên hewayî yên bê mirov bi awayekî zêde geriyane.
24’ê Tîrmehê saet 22.40' li hember girê Şekîf, Şehîd Bêrîtan, Dola Çiluçar, Dola Mustefa, Şemzînan ên girêdayî herêma me ya Xakurkê 8 balafirên şer ên artêşa TC bombardûmaneke zêde pêk anîne.
Di şeva 24’ê Tîrmehê de ji saet 00:00 heya vê kêliyê li ser herêma Zagrosê tevgera zêde ya balafirên şer rû daye. Ev tevgera balafiran ji 24’ê Tîrmehê saet 21:00’an heya sibehê saet 01:30’ê bi bombardûmana balafirên şer dewam kiriye.
Di roja 24’ê Tîrmehê gelek balafirên şer ên Artêşa Tirk li ser herêma Avaşîn ji saet 23:00’an heya sibehê saet 06:00’ê bi awayekî zêde geriyane. Îro sibehê saet 08:20’an heya vê kêliyê balafirên şer li ser herêmê geriyane û tevgera balafiran hîn jî berdewam dike. Duh şev ji saet 00:00’an heya vê sibehê saet 04:30’ê Dola Şûkê, gundê Silo, qûntara Aris Faris ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebaran kirin, di eraziya Dola Şivê de şewat derketiye. Ev şewat hîn jî berdewam dike.
Di 24’ê Tîrmehê şev di saet 21:00’an heya 22:00’yê qereqola Sivrî herêma Avaşîn, derdora xwe û qada Bêdewê bi çekên A-4 gulebaran kiriye. Di eraziyê Bêdewê de şewat derketiye û şewat hîna berdewam dike. Dîsa du şev di navbera saet 22:30’an heya 23:00’ê qereqola Mamreşê bi çekên A-4 qada Mêrgê gulebaran kiriye.
Di 24’ê Tîrmehê de şev ji saet 23:00’an heya 07:45’ê sibeha roja 25’ê Tîrmehê, balafirên şer li ser herêma Heftenîn nizm firiyane û 15 nuqteyên cuda xistine. Di encama vê de di erazî de şewat derketiye û şewat hîna berdewam dike. Dîsa duh şev ji 23:00’an heya vê kêliyê li herêma sînor pêgerên hewayî yên bê mirov digerin.
Di 24’ê Tîrmehê de şev ji saet 23:00’an heya saet 09:20’ê vê sibehê pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Zapê geriyane. Duh şev ji saet 23:00’an heya 09:30 balafirên şer li ser herêma Zapê re geriyane. Duh şev di saet 01:20’an de balafirên şer bi alîkariya pêgerên hewayî yên bê mirov li vê herêmê xistine. Li gundê Bêzelê yê li xwarê Şkefta Birîndaran zarokekî gundiyên ji gundên derdorê bi giranî birîndar bûye. Di encama vê de di erazî de şewat derketiye û şewat hîna berdewam dike. Dîsa îro şev ji saet 01:30 heya 02:30’ê Qereqola Şkêra quntara Tepeyê Cehennemê û herêma Çiyayê Reş bi çekên A-4 û A-6 gulebaran kirine. Duh di saetên êvarê de, di sere her saetekî qereqolên Şkêra û balafirên şer bi awayekî zêde herêmên Êrîş, SerêSêvê, Tepê Ortê yên herêma Zapê bombardûman kirine.”
Roja 25’ê Tîrmehê nîvro ji saet 11:00’an heya vê kêliyê tevgera zêde ya balafirên şer û pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Zagros rûdaye.
Li hemberî herêma Gare ya girêdayî Herêmên Parastina Medyayê ya me ji roja 24’ê Tîrmehê şev ji saet 22:30’an heya vê sibehê saet 05:30’ê balafirên şer li herêmê li hemberî gelek cihan bombardûman pêk aniye. Di encama vê de di erazî de şewat derketiye û şewat hîna berdewam dike. Dîsan vê sibehê ji saet 05:30 heya 06:00’ê balafirên şer bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêmê re geriyane.
Di encama êrîşên li hemberî Herêmên me yên Parastina medya pêşketî de hevalê me Endamê Konseya Rêveber a HPG’ê Şervan Onder Aslan şehîd ketiye û 3 gerîlayên me jî birîndar bûne.Hevrêyê me Şervan di sala 1993’an de ji bo di xeta Fedayiyane ya Apocîtîyê de meşeke qehremanî pêk bîne tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Bi tecrûbeya xwe ya şoreşgeriya mezin û kêrhatina mezin a gerîlatiyê re bûye fermandarek mezin ê xwe tevlî dike. Perwerda xwe ya ji Rêber Apo girtî veguherandiye tecrûbeyekî mezin û têkoşîna xwe di gelek qadên zehmet de meşandiye. Hevrê Şervan herî dawiyê jî erkê Endamê Konseya Rêveber a HPG’ê girtibû ser milên xwe. Hevrê Şervan ji bo vî erkê xwe yê dîrokî bicih bîne bi ezmekî û bibîryardarî têkoşîna xwe meşand. Ev erkê dîrokî ku heval Şervan dewrê me kirî wê bi hezaran hevrêyên me yên gerîla dewr bigirin û bimeşînin.
Navê Kod: Şervan
Nav Paşnav: Önder Aslan
Cihê Dayîkbûnê:Mûş
Dîroka Tevlibûnê : 1993
Cih û Dîroka Şehadetê: 24 Tîrmeh 2015 / Herêmên Parastinê Medya
Şervan – Önder Aslan
Di encama bomberdûmanên rû dan li herêma Çemço 2, li herêma Şkefta Birîndara a girêdayî Zapê jî 1 sivîl birîndar bûye. Yek ji birîndaran zarok e. Hemû encamên êrîşa bomberdûmanê ya pêk hat negihiştiye me. Di hemû herêmên ku bombardûman lê pêk hat de şewatên mezin derketine û hê jî berdewam dikin.
25 TÎrmeh 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG