HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 1’ê pûşperê de de danê sibehî saet di navbera 04:00-06:30’an li hember qadên Petkûk, Kinyaniş, Bogaşîkar û Şehîd Ozgûr ku girêdayî qada Zagros ku li Qadên Parastina Medyayê ye, ji hêla artêşa TC’ê ve êrîşa bi hawan û obûsan li dar ketiye.

2. Di 31’ê gulana 2009’an de danê sibehî li hember qadên Perax, Alaniş û gundê Heftanîn ku li herêma Heftanîna ku bi ser Qadên Parastina Medyayê ne, ji hêla artêşa dagirker a tirk ve êrişeke bi hawan û obûsan li dar ketiye. Di encama van êrîşan de li herêmê gelek mêrg zirar dîtine.

1 Pûşper 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê