HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 5’ê sibatê de bi roj saet di 11:30’yan de eydî artêşa tirk balafirên şer gundê Lelîkan û derdora wê ku girêdayî Xakurkê ye, ji hewa de bombebarîn kirine.

2. Di 5’ê sibatê de saet di navbera 12:00-17:00’an de ji hêla artêşa tirk ve gundên Şapana, Daîla, Bênavok û hevrazên Ebdûlkovî ku girêdayî qada Xakurkê ne bi obûs û hawan hatine lêdan.

Di encama êrîşan de eydî gundiyan zirarên madî pêk hatine. Di êrîşan de hêzên gerîlayên me tu zirarek nedîtine.

6 Sibat 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê