Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê pûşperê de saet di 20.00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember qereqola Başnîqê ku girêdayî Farqîna Amedê ye çalakiyek li dar ketiye. Di dema vê çalakiyê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şerek qewimiye û di encama vî şerî de 3 çeperên ku ewlekariya qereqolê digirin hatine tunekirinê û 7 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Piştî çalakiyê Artêşa TC’ê eletexmînî derdora gundê Başnîqê gulebaran kiriye û eydî sivîlan gelek ziyan çêbûye. Di dema bi paş ve vekişîna gerîlayên me de duyemîn car şer diqewime û di vî şerî de yek ji wan giran 3 cahş birîndar dibin. Di encama herdu pevçûnan de 3 gerîlayên me yên bi navê Rohat, Amed (Bayram Dûn) û Egîd (Celal Kaçîn) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
2. Di 20’ê pûşperê de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Colemêrg û Girê Hawan û gundê Şîfrezan, Geliyê Şehîd Dijwar û qada Bîrcelan, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
3. Di 23’ê pûşperê de saet di navbera 20.00-21.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundê Karê û Girên Cehenem û Çiyareşê, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
Egîd Sêwreg Celal Kaçîn 1974 / Sêwreg 1999 / Qendî Gulîzar Mehmet 21 Pûşper 2010 / Farqîn, Amed |
Amed Dilxwaz Bayram Dûn 1981 / Amed 2001 Dêrsim Latîfe Mehmet 21 Pûşper 2010 / Farqîn, Amed |
Rohat M.Kadîr Melîk 1982 / Riha 2002 / Omerya Emîne Mustafa 21 Pûşper 2010 / Farqîn, Amed |
24 Pûşper 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG