HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Bi lêdanên bandor kuleya qereqolê hat derbkirin; hejmara zelal a mirî û birîndaran nehat bidestxistin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî rakir Tûgaya Çelê. Piştî çalakiyê, qereqola Girê, herêmên derdora xwe bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

Êvara 11-12’ê Mijdarê dema 3 hevalên me diçûn wezîfeyê li Taxa Gergîlî (Tendurek) a li herêma Zîlan a girêdayî navçeya Erdîş a Wanê pevçûnên dijwar qewimîbûn, me di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku hevalên me gihiştine şehadetê.

Di 17’ê Mijdarê de saet 07.30-08.30’an qereqola Arûş a li xeta sînorê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê; girê Şehîd Dîlber ê girêdayî mintiqa Derarê da ber obus û hawanan.

Agahiyên sicîlên hevalên me yên şehîd ketine wiha ne:

devrim vefa_small

 

 

Nasnav: Devrîm Tendurek

Nav: Vefa Kayanas

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dayik-bav: Saadet – Îhsan

Dîrok û cihê şehadetê: 12’ê Mijdara 2015 / Wan

 

 

maskeli foto 1

 

 

Nasnav: Harûn Glîdax

Nav: Ozcan Kisak

Cihê jidayikbûnê: Îdir

Navê dayik-bav: Kubar – Nûrî

Dîrok û cihê şehadetê:  12’ê Mijdara 2015 / Wan

 

 

maskeli foto 1

 

 

Nasnav: Cemîl Celaliyan

Nav: Îbrahîm Pûrmahmûd

Cihê jidayikbûnê: Makû

Navê dayik-bav: Karê – Mehmet Emîn

Dîrok û cihê şehadetê:  12’ê Mijdara 2015 / Wan



18 Mijdar 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG