Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 24-25’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ya dagirker ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Avaşîn, Basya, Dola Şîvê û Hergûşê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatibû li dar xistin û di van êrîşan de gerîlayekî me yî bi navê Dijwar (Naîm Çakar) gihîştiye şehadetê.
Agahiyên der barê hevalê şehîd de;
Dijwar Serhat Naîm Çakar 1990 / Milazgir-Muş 1 Pûşper 2008 / Wan Keser Selman 25 cotmeh 2009 / Zagros, Qadên Parastina Medya |
Dijwar Serhat:
Rêheval Dijwar di sala 1990’an de li Milazgira Mûşê hatiye dinê. Ji mirovên xwe yên ku beşdarî doza azadiyê bûne û bi fedayîtî gihîştine şehadetê bandor dibe. Ev şehadetên di salên bihûrî de pêk hatine, hêzeke manewî dide hevalê Dijwar û şopên mayinde li ser dihêle. Rêheval Dijwar xebat û çalakiyên xwe yên demokratîk ên di jiyana sivîl, hewl dide wekî gerîla tacîdar bike û li hember nakokiyên pergalê êş, zilm û qirkirina li hember gelê kurd, bi biryariyeke mezin hewl dide têkoşîna xwe wekî gerîla bidomîne û di 1’ê pûşpera 2008’an de beşdarî nava refên gerîla dibe û perwerdehiya xwe ya şervanên nû li qada Xakurkê temam dike û piştre li tabûran xebatên xwe yên leşkerî didomîne. Rêheval Dijwar wekî milîtîna û fedayiyê gelê xwe, her peywira ku digirt ser bi layîqî dianî cî. Em di hizûra gelê xwe wekî rêhevalên wî, em soz didin ku têkoşînê bilind bikin.
8 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê