HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çalakiyên gerîlayan me de 18 leşker hatin kuştin

Li hember operasyon û êrîşên artêşa Tirk çalakiyên gerîlayan me ên bi bandor berfireh dibin.

3’yê Tebaxê saet 20:30 li hember Nizamiyeya Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ya Çelê ya girêdayî Colemêrgê gerîlayên me çalakiyek pêk anîne. Di çalakiya ku bi çekên giran û ferdî pêk hatiye wesayîta li ber deriyê nizamiyeyê ku êgir girt, avahî jî hat derbkirin.

4’ê Tebaxê saet 13:00'an gerîlayên me yên YJA Star li hember Midûriyeta Polîsan a girêdayî Gever a Colemêrgê çalakiyek bi B7’an pêk anîne. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Her wiha gerîlayên me pira li ser rêya diçe qereqola Bezelê rûxandin û rê kirine kontrola xwe.

Roja 2’yê Tebaxê saet li derdora 01:00’an gerîlayên me îstasyona Bazê ya di navbera gundên Hemko û Aşkê yên bi ser Elkê yê xistine û şewitandine.

Roja 3’yê Tebaxê di saet 18:30’an de gerîlayên me li Mêrdînê rêyên di navbera navçeyên Midyad û Nisêbînê de girtine. Li vir ji bo gelê di 130 wesayîtan de,  der barê pêvajoyê de propaganda hat kirin. Di rêya ku hat girtin de tankerek û kamyonetek ku hat tespîtkirin ên artêşa Tirk in hatin şewitandin.

Heman rojê li heman herêmê di saet 18:00’an de gerîlayên me cîhaza operatora GSM’ê jî îmha dikin.

Roja 4’ê Tebaxê saet di 21:00’an de gerîlayên me li hemberî xeta elektrîkê ya li Talatê û Cibilgirawê yên girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Ev xeta elektrîkê bi temamî hat îmhakirin. Li vir trafoyek jî ji ber bandoriya teqînê diteqe û tê rewşa ku carekî din neyê bikaranîn.

Roja 4’ê Tebaxê piştî nîvro gerîlayên me li navenda Silopiyayê li hember çeperek a Fermandariya Tûgaya Zirxî çalakiyek li dar xistine. Di çepera ku bi çekên B-7 bi bandor hat xistin de 2 leşker hatin kuştin.

Roja 4’ê Tebaxê saet di 14:30’an de gerîlayên me li navçeya Westan a Wanê li nêzîkî taxê ji du wesayîtên zirxî yên bi tîpa dûpişk yekê bi çalakiya sabotajê diteqînin. Li vir bi awayekî zelal 1 leşker birîndar dibe.

Ji roja 4’ê Tebaxê saet 05:00’an heya 5’ê Tebaxê saet 03:00’an artêşa Tirk li bi taybet li herêma Zozanê Krapêtê ya girêdayî navçeya Miks a Wanê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Operasyona ku gelek wesayîtên zirxî tevlî bûn li derdora Kanê Sarkê yê girêdayî Miksê bi şêweyê lêgerîn û kontrola erazî berdewam kiriye.

‘Jı Bo Bîranîna Hevalên Harûn Û Yılmaz Çalakıya Bersıvdayînê’

Roja 4’ê Tebaxê saet di 07:15’an de gerîlayên me li herêma di navbera Gundê Melê û Gurov ya di navbera Şirnex û Colemêrgê li hember leşkerên artêşa Tirk ên di tevgera operasyonê de çalakiyeke kemîndanînê li dar xistine. Di dema 8 leşker û 2 cerdevan li pêşiya konvoyê dimeşiyan de li hemberî wesayîtan çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Bi çalakiya sabotajê re leşker û cerdevanên li vir ji mesafeyekî nêzîk ve bi awayekî bi bandor hatine xistin.

Li vir wesayîtek bi temamî hatiye rûxandin, wesayîtek jî hatiye derbkirin. Li vir bi awayekî zelal 8 leşker hatine kuştin, hejmara mirî û birîndarên di hundirê wesayîtê de nehatine zelalkirin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê rêyên çûnûhatinê girtine û bi wesayîtên sivîl mirî û birîndarên xwe rakirine. Ev çalakiya hat lidarxistin ji bo bîranîna hevalê Harûn û Yilmaz ên di 30 – 31’ê Tîrmehê şehîd ketine hatiye lidarxistin.

Artêşa Tirk di saet 10:00’an de herêma Çiyayê Filehan bi Kobrayan bi awayekî zêde xistiye. Dîsa operasyona ku di heman saetan de destpê kir bi awayekî bê encam bi şev vekişiyaye.

‘Lı Farqînê 6 Leşker Hatın Kuştın’

Roja 3’yê Tebaxê saet li derdora 06:00’an de gerîlayên me li nêzîkî gundê girêdayî navçeya Farqîna a Amedê dema derbasbûna konvoya leşkerî de çalakiya sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî hatiye îmhakirin û 6 leşkerên têde hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê operasyon daye destpêkirin. Dîmenên vê çalakiya hat lidarxistin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kişandin. Wê dîmenên vê çalakiyê di demeke kurt de di malpera me ya Gerîla TV bê weşandin.

Roja 3’ê Tebaxê rêya di navbera Amed û Çewlikê de û di 2 rojin ku rêya di navbera Darahênê ya Çewlikê û Servî yê di kontrola gerîlayên me de ye.

Roja 4’ê Tebaxê di saet 20:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî qereqola li navenda navçeya Gimgim a Mûşê çalakiyeke hatiye lidarxistin. Leşkerên li pêşiya qereqolê hatine hedefgirtin û bi awayekî bi bandor hatine xistin. Li vir berbazek hatiye kuştin û 2 çawişên pispor jî birîndar bûne. Di dema vê çalakiyê de pevçûneke dem kurt rû daye.

Ji rojên 2-3-4’ê Tebaxê û pê ve artêşa dagirker a Tirk li bi piştgiriya cerdevanan li gundê Harray a navçeya Erdîş a Wanê li derdora gund kemînan datînin.

Roja 4’ê Tebaxê  di saet 18:30’an de gerîlayên me li hemberî leşkerên di tabûra Çiya ya Qamûşan çalakiyeke sûîqestê li darxistine. Li vir leşkerek hatiye kuştin. Dîsa 4 rojin artêşa Tirk bi komeke kontra ya 4 kesan re di nava gel de hewldanên kontra dane destpêkirin.

3 Çeteyên DAIŞ’ê Li Şengalê Hatin Kuştin

4’ê Tebaxê li derdora Taxa Sitî Zeynep a Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiyeke sûîqestê pêk hat.. Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Dîsa heman rojê saet 15.00’an li Taxa Sitî Zeynep li hember çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin

 5 Tebax 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG