HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

— 22'ê Çileyê saet di 16:23'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, ji hewayê li konteynireke dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin. Agir bi konteynirê ket û îmha bû.

2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 18'ê Çileyê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

— 21'ê Çileyê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

— 22'ê Çileyê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 22'ê Çileyê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê AmediYê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 18'ê Çileyê saet di 13:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 19'ê Çileyê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 21'ê Çileyê saet di 16:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 22'ê Çileyê saet di 13:30, 13:45 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer. Piştî çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

— 22'ê Çileyê saet di 12:10'an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

3. Li Herêma Metînayê;

— 20'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran hate desteserkirin.

— 22'ê Çileyê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

— 21'ê Çileyê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

— 22'ê Çileyê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê droneyeke dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

— 18 û 19'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

— 19 û 22'ê Çileyê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin û 5 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— Di navbera 18-23'ê Çileyê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Şehîd Şerîf, Sinînê, Lolan, Goşînê 19 caran, li herêma Garê qadên Kanî Sarkê, Spîndarê, Dêreşê, Sîser, Zêvkê, Yekmalê, Mijê, Deriyê Hirçê, Dînartê 13 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Bexwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 5 caran; bi giştî 41 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 22'ê Çileyê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 5 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

23’ê Çileya 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê