HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ev 2 roj in dawî, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Gafûr a li ser sînorê herêma Avaşînê keşfê dikin. Herwiha di 14'ê Çileyê saet di navbera 13:00 û 13:30 de artêşa Tirk a dagirker ji Qereqola Oremarê ya li navçeya Geverê, bi top û hawanan qada Şehîd Gafûr bombebaran kiriye.

2. Di 14'ê Çileyê saet di navbera 20:30 - 21:00 û di 15'ê Çileyê saet di navbera 02:00 û 03:00 de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Zapê geriyane. Herwiha tevgera balafirên keşfê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bêhtir zêde bûye. Li gor vê:

- Di 14'ê Çileyê saet di navbera 21:00 - 22:00 de li qada Heftanînê û saet di navbera 22:00 û 00:00 de li qada Metîna balafirên keşfê geriyane. Dîsa di 15'ê Çileyê (îro) saet di navbera 01:00 û 03:00 de li qada Metîna balafirên keşfê di nava tevgerê de bûn.

15 Çile 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG