Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 23’yê tîrmehê de ji hêla firokeyên kobra yên artêşa TC’ê ve qadên Girê Firinê û Girê Dem ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne hatine bombebarîn kirinê. Di van bombebarînên eletexmînî de li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
2. Di di navbera rojên 22-23’yê tîrmehê de artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li hember qadên Cîloyê Biçûk, Gundê Kinyanişê, Gundê Petrot, Girê Çeko, Dola Merganîş û Tepê Şehîd Newal ku li Qadên Parastina Medya li Zapê ne li dar xistiye.
3. Di 17’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Ofdede ku girêdayî navçeya Hassayê ku bi ser Hatayê ve girêdayî ye operasyonek hatiye li dar xistinê. Di dema operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa TC’ê de şer qewimiye û di şer de hevalên me yên bi navê Karker (Yusuf Aydın), Şiyar (Fatîh Toktaş) û Cîhan (Cîhan Demîr) bi lehengî şer kirine gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
Karker Sûmbûl |
Şiyar Sêrt |
Cîhan Amed |
24 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê