Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Avaşînê;
— 1’ê hezîranê di saet 10.50’an de li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi taktîka sabotajê li wesayîta leşkerî ya bi tîpa Reo ya jenerator barkirî, hate xistin. 5 dagirkerên di hundirê vê wesayîtê de hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Wesayîta leşkerî, jenerator û malzemeyên leşkerî yên di hundirê wesayîtê de hatin îmhakirin.
2. Li herêma Heftanînê;
— 6’ê Hezîranê di saet 12.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Kendal hate xistin.
3. Li herêma Metînayê;
— 6’ê hezîranê di saet 19.40’an de bi çalakiya gerîla ya koordîneyî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna hate xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi çekên nîv otomatîk, baskê duyem ê çalakiyê jî; bi çekên ferdî ji navberek nêz li dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 2 kon jî hatin îmhakirin.
4. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 6’ê Hezîranê di saet 09.27’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
— 6’ê Hezîranê di saet 11.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
— 6’ê Hezîranê di saet 18.03’yan de bi çekên giran li wesayîta ku sîstema radarê lê hatibû barkirin û sîstema parastina hewayî ya îrtîfa nizm a ayîdê artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di encama çalakiyê de wesayît û sîstemên li ser derbeyên giran xwarin û zirar dîtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
5. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 6’ê hezîranê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 7 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombebarankirin.
6. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— 6 û 7’ê Hezîranê qadên Berdeqaşo, Şehîd Cihan, Girê Zergelê û Kortek ên herêma Qendîlê 25 caran, qada Gûzê ya herêma Garê carekî, Qadên Berxwedanê ya Bazê û Serê Metîna ya herêma Metînayê 4 caran, Qadên Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Bahar ên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, bi giştî; 33 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
7ê Hezîranê 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê