HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

8'ê Tebaxê saet di 07:10'an de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn ê Xakurkê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li hedefên hatin diyarkirin hate xistin, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Dagirkerên li quntara Girê Sor ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. 8'ê Tebaxê saet di 14:30'î de dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê, ji nêz ve lê hate xistin. Piştî vê derbê dagirker li qadê belav bûn û cara duyemîn derb lê hate xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê kuştiyên xwe ji herêmê birin û bi qedemeyekê xwe vekişandin.

3. 8'ê Tebaxê saet di navbera 12:00-18:00 de li herêma Avaşînê li dijî tunelên şer ên li qada Werxelê 5 caran gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Heman rojê saet di 01:00 de tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin. Drone li ser herêmê hîn jî digerin.

8'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-10:30'î de li herêma Zapê qadên Karker û Sîdayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Tebaxê saet di navbera 21:00-00:00 de helîkopter li qada Qaşûra ya herêma Metînayê geriyan.

9’ê Tebaxa 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê