Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6-7'ê Îlonê de Ji aliyê artêşa dagirker a Tirk Bi balafirên keşfê yên bê mirov li qadên Heftanîn, Metîna, Zap û Gare yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, û her weha di 7'ê Îlonê de jî li qada Şemrex a Mêrdînê artêşa TC ya dagirker bi balafirên bê mirov, keşif kiriye.
2. Di 7'ê Îlonê de artêşa TC a dagirker bi helîkopterên Skorsky hejmareke zêde leşker veguhastiye Qereqola Bilican a navçeya Çelêya Colemêrgê. li herêmê dem bi dem bi maşînên zirxî tevgera leşkerî tê xuyakirin.
3. Di 5, 6 û 7'ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li qada Çirav a Şirnexê, herêmên "Memira" û "Milê Gêrê" bi awayekê berfireh kemîn datine.
8 Îlon 2013
Navenda Çapemenî – Ragihandina HPG