HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gîştî re!

Artêşa Tirk ku 25’ê Tebaxê li hember Herêmên Parastinê yên Medya êrîşên hewayî da destpêkirin, ji qereqolên sînor jî li hember gelek herêman bi obus û hewanan bombardûman pêk ani.

Her wiha li herêmên gerîlayen me jî ku keşf pêk tên, gerîlayên me  HPG û YJA STAR’ê jî li hember qereqolan çalakî pêk anî û rê qut kirin.

Di 25’ê Tebaxê de saet di navbera 22.00-22.30’î de balafirên şer ên artêşa T.C; derdora gundê Bolê yê li herêma me ya Qendîlê bombe kirine. Di bomberdûmanê de trafoya elektrîkê ya gund ku teqiya li eraziyê şewat derket.

Di 25’ê Tebaxê de saet d navbera 22.00 - 23.00’an de balafirên şer ên artêşa T.C girên Ergenê, Kanî Kontra, Meyrokê, Kanî Mewaze û Pîrîz ên girêdayî Garê bombe kirin.

Di 25’ê Tebaxê saet 23.00 - 00.00’an qereqola Bezelê ya li ser xeta sînorê herêma Zagros; qada Çarçel bi obus û hawanan bombe kirine.

25’ê Tebaxê de saet di navbera 11.00 - 11.30’î de qereqola Erîş a li ser xeta sînorê herêma Zapê; qada Xeregol saet di navbera 19.30-20.00’an de qereqola Bîlîcan; qadên li derdora xwe bi obus û hewanan bombe kirin.

Di 25’ê Tebaxê de saet 20.30’î qereqola Zegê ya di navbera Dêrsim û Pilemûrî de; qûntarê Sûltan Baba bi obus û hawanan bombe kirin.

Lı Herêmên Gerîlayen Me Keşif

Tevgera pêgerên hewayî yên keşfê û balafirên şer rû daye, di 25’ê Tebaxê de saet di navbera 08:00-18:00’an de li herêma Qendîlê keşf pêk hatiye û .Di navbera saet 19.00 û 26’ê Tebaxê saet 01.00’ê de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn. Her wiha di 25’ê Tebaxê de saet di navbera 21.00 - 23.00’an de li ser herêmên Zap, Metîna, Zagros, Avaşîn, Xakûrkê, Garê û Qendîlê de tevgera balafirên şer rû daye.

25’ê Tebaxê danê êvarî li ser qadên Geliyê Harcîş û Geliyê Mûnzûr tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer rû daye.

Pevçûn Û Çalakıyên Gerîlayen Me Lı Bakurê Kurdıstanê

Roja 25’ê Tebaxê de di saet 07:00’an de ji aliyê gerîlayên me  YJA Star’ê ve çalakiyeke bi çekên ferdî û giran li hemberî 10 leşkerên li girê girêdayî qereqola Bedevê ya li ser xeta sînor a herêma Zagrosê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Roja 25’ê Tebaxê di saetên şevê de gerîlayên me çalakiyek sabotajê li hemberî  îstasyoneke bazê ya li gundê Dînartê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar xistine û îstasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin. Hê jî rêyên di navbera Colemêrg – Çelê, Gever – Oremar û Gever – Geliyê Doskî, Mergêzerê – Şitaza, Mergêzerê, Qereqola Oremarê û gundê Derya yê girêdayî Şemzînan û Bêzelê di bin kontrola gerîlayen me de ye.

Roja 25’ê Tebaxê di saetên şevê de artêşa Tirk bi qasî 40 wesayîtên zirxî veguhestina leşkeran li herêma Şemzînanê kiriye.

Roja 23’ê Tebaxê saet di navbera 15:00 – 15:30 û saet 19:00 – 19:30’an de gerîlayên bi çekên giran leşkerên artêşa Tirk yên xwestine bikevin herêma Şehîd Kendal a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê xistine. Her wiha di heman rojê de di saet 19:00’an de gerîlayen me çalakiyek sabotajê li hemberî leşkerên ku xwestine bikevin herêma Şehîd Kendal li dar xistine. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.

Dîsa roja 23’ê Tebaxê saet di navbera 14:00 – 17:00’an de gerîlayen me çalakiyek bi çekên giran li hemberî qereqola Sînekê li dar xistin.

Roja 25’ê Tebaxê di saet 10:00’an de dema ku yekîneyek gerîlayên me li mintiqeya Dolaşîvê ya girêdayî herêma Mamreşo ya li ser xeta sînor a herêma Avaşînê dimîne de diçûn wezîfeyekê ji aliyê 2 kesên nenas ve kemîn danîne li hemberî yekîneya gerîlayen me. Di encama kemînê de pevçûnek demkurt rû daye. Ti windahiyên hêzên gerîlayên me yên di vê pevçûnê de çênebûye; her du kesên ku kemîn danîbûn jî ber bi gundê Mîros ve reviyan.

Roja 25’ê Tebaxê saet di navbera 12:30 – 13:00’an de helîkoptereke Skorsky ya ji Şirnexê diçû navçeya Elkê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye hedefgirtin. Helîkoptera bi BKC û çekên ferdî hedef hat girtin derb xwariye û neçar maye paşde vekişe.

Roja 25’ê Tebaxê di saet 09:20’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek li hemberî qereqola Malabadê ya girêdayî navçeya Farqîna Amedê hatiye lidarxistin. Çalakiya  bi şêwazê sûîqestê destpê kir biawayekî bi bandor a çekên ferdî dewam kiriye. Hejmara mirî û birîndarên di hundirê qereqola hatîye hedef  girtin nehatiye zelalkirin.

Roja 25’ê Tebaxê saet 20:00’an  rêya Îpekê ya di navbera Farqîna Amedê û Êlihê de ji aliyê gerîlayen me ve hatiye girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Wesayîteke ku tevî hemû hişyariyan nesekinî hatiye hedefgirtin û derbkirin. Her wiha wesayîteke kamyona barkirî hatiye şewitandin û îmhakirin. Piştre jî cihê çalakiyê ji aliyê artêşa Tirk ve bi Kobrayan hatiye hedefgirtin.

Roja 25’ê Tebaxê saet 23:40’an hêzên me yên gerîla çalakiyek li hemberî qereqola Yenîşehîr polîsan a li navenda Çewlikê li dar xistine. Qereqol bi bombe û çekên ferdî hedef hatiye girtin, lê hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Wesayîteke zirxî ya dûpişk a li pêşiya qereqolê jî bi roketavêjê hatiye hedefgirtin, li vê derê wesayîta zirxî hatiye îmhakirin, li vir 4 polîsên tîmên taybet ên di hundirê wesayîta zirxî de hatine kuştin.

Roja 26’ê Tebaxê di saet 09:00’an de artêşa Tirk li derdora gundên Katman û Mîzan ên girêdayî Çewlikê operasyonek dane destpêkirin. Di operasyona ku hê jî dewam dike wesayîtên zirxî rasterast erazî gulebaran kirin.

Roja 25’ê Tebaxê saet di navbera 11:30 û 13:30’an de gerîlayên me rêgeha di navbera Bedlîs û Xîzanê de girtine, kontrola nasnameyan kirine û xebatên propagandayê ya der barê pêvajoyê de ji gel re kirine. Di vê çalakiyê de wesayîtek dewletê hatiye şewitandin û îmhakirin.

Beriya demekê li Geliyê Asê yê girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê teqînek pêk hatibû. Ti têkiliyên gerîlayên me bi vê teqînê re tine ye. Divê gelê me yê herêmê li hemberî çalakiyên provokatîf ên bi vî awayî baldar bin.

Ji roja 12’ê Tebaxê heya niha rêyên di navbera Bedlîs – Xîzan û Xîzan û Tetwanê de di bin kontrola gerîlayên me de ye. Dîsa qereqola jendermeyan a li navçeya Xîzan a Bedlîsê bi cerdevanên li Xîzanê re civînek li dar xistiye û dixwazin ku cerdevan di vê pêvajoyê de di nava operasyonan de cihê xwe bigirin.

Roja 25’ê Tebaxê saet di navbera 19:10 û 20:00’an de rêya di navbera Ebex a Wanê û Bazîd a Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve li herêma Avasor û Sariksû de hatiye girtin. Dema ku di wesayîtan de kontrola nasnameyan dihat kirin, der barê pêvajoyê de propaganda jî hatiye kirin.

Ji roja 17’ê Tebaxê heya niha rêyên di navbera Erzincan – Dêrsim û Dêrsim û Pulûrê de di bin kontrola gerîlayên me de ye.

26 Tebax 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG