HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya şehîd Sîdar û Şehîd Dîcle de di 10’ê Cotmehê de (îroj) di saet 08.00’an de li Îdirê li dijî karwaneke leşkerî ya ji 2 daggeyigî û jamerekê pêk tê û ber bi qereqola Korxanê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê li dijî 100 leşkerên dixwestin werin mudaxeleyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek û jamerek hatiye rûxandin, daggeyigiyek derbe xwariye û 10 leşker jî  ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştîn.

2. Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê him çalakgeriyên gerîlayên me didome û êrîşên artêşa dagirker  a tirk jî berdewam dike.

Di 9’ê Cotmehê de di saet 11.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya ji 10 wesayit û piyadeyan pêk dihat û ji qereqola Şitazinê ber bi Geverê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve di navbera Gundên Rezkê û Mêrgana bi ser Geliyê Doskiye çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û wesayiteke jamerê jî derbe xwariye. Piştî çalakiya gerîlayên me dijmin nekarî pêş de biçe û naçar maye paş de vekişe. Piştî paş de vekişandinê jî ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî çiyayê Çarçelayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di 9’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00’-22.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Konserve, Girê Koordîne û derdora Ava Hecîbegê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

10 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê