HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 29’ê mijdarê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember tevahiya sehaya me ya Botanê operasyonek hatiye lidarxistin.

Operasyona ku bi hezaran leşker beşdar bûne de, digel pejinkariya gerîlayên me, ji neçarî du pevçûn hatine jiyandin. Di 29’ê mijdarê de bi şev saet li derdora 1:30’an de, li bejahiya Gundê Bana ku bi ser Gabarê ve girêdayî ye, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên Artêşa TC’ê de pevçûn hatiye jiyandin û di vê pevçûnê gerîlayê me yê bi navê Amed (Halîs Bûrak), di 4’ê kanûnê de li qada Pîkera Gundikremo ku bi ser Cudî ve girêdayî ye gerîlayên me yên bi navê Zafer (Metîn Gûlaç) û Harûn (Yakûp Dellayîmîlan) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

 

Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;

 

ZAFER

Zafer Cudî

Metîn Gûlaç

1983 / Şirnex

1999 / Mexmûr

Îdel

Eşref

4 Kanûn 2009 / Cudî, Şirnex

 

 

Zafer Cudî:

Hevalê Zafer di sala 1983’yan de li Gundikremo hatiye dinê. Di vê pêvajoya têkoşînê ya demdirêj de, di nava têkoşînê de xwîşkeke wî şehîd ketiye. Êdî ji bona wî, derketina çiyayên azadiyê, peywireke jênavegere. Hevalê Zafer, têdigihîje ku azadiya wî, bi azadiya gel ve girêdayî ye û meşa xwe çiyê, di sala 1999’an de dide destpêkirinê. Dîlketina Rêber Apo bandoreke gelek mezin li ser dike. Ji ber ku di emrekî biçûk de tevlî dibe, demek ji hêla hevalan ve tê perwerdekirinê. Ji ber ku li cem hevalên payepilind peywir digire, hewl dide rêveçûna rêxistinê baştir fêm bike. Piştî pratîkên wî yên Qendîl, Xinêrê û sehaya Zagrosê, digihîje biryarîbûna li bakur têkoşînê. Bi fermandarê mezin hevalê Adil re, derbasî sehaya Botanê dibe. Ji ber diristî û kelepora wî ya welatparêziyê, hewaya serkeftinê tevlî meşa wî ya azadiyê kir. Hevalê Zafer kar û peywirên ku hildigirt bi şipilbûnî û bi sivikbûnî pêk dianî. Wî di gerîlatiya xwe çar salên li Botanê, lûtkeyê jiyan kir.

 

 

HARUN

Harûn Bêtirs

Yakûp Dellayîmîlan

1984 / Çaldiran (Rojhilatê Kurdistan)

2006 / -

Misrî

Silêman

4 Kanûn 2009 / Cudî, Şirnex

 

 

Harûn Bêtirs:

Hevalê Harûn di sala 1984’an de li mintiqa Çaldirana Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Ew di nava derdoreke ku xwedî şehîd in mezin bûye. Beşdariya wî ya tevgera azadiyê, di sala 2006’an de pêk tê. Ew jî fena her ciwanên bi rûmet ên kurd, li pey Serokatî meşiya û hewl da ku bibe rêhevalê wî. Bi hêlên xwe yên dirist û xebatkar, bi rêhevalên xwe re, girêdaneke dilî pêk anî. Piştre ji bona ku li sehayên bakur têkoşînê birêve bibe, derbasî axa Botanê dibe. Li Botanê şensê ku li Cudiyê serhildê bedew gerîlatiyeke bike bi dest dixe. Ew digel hemû êrîşên dijminan, wekî şervanekî demokrasî û aştiyê têkoşîn da. Bi heman cewherî û şervaniyê, mafên dîrokî paraste. Wekî milîtanekî kedkar ê vê dozê, gihîşte qonaxa şehadetê.

 

 

AMED

Amed Siyabend

Halîs Burak

1980 / Farqîn- Amed

2006 / Xakurkê

Fatma

Mehmet

30 Mijdar 2009 / Gabar, Şirnex

 

 

Amed Siyabend:

Hevalê Siyabende li sala 1980’yan de li navçeya Ferqanî ku girêdayî Amedê ye hatiye dinê. Di nava malbateke ku şehîdên wan hene û welatparêz in de mezin dibe. Li hember polîtîkayên komkujiyê yên dijmin, bala wî li ser têkoşîna azadiyê bi pêş dikeve. Ev jî wî dikêşe nava gerîla û şoreşgeriyeke çalak jiyan dike. Hevalê Siyabend, bi hêlên xwe yên gihîştî, dirist û kedkar dihate nasîn. Piştî ku di sala 2006’an de ji perwerdehiya bingehîn ji rêxistinê digire, pêşniyara xwe ya ji bona çûyîna sehayên bakur dike. Bi vê hewl dide ew kîn û hêrsa dîrokî, li sehaya dîrokî, li ser ew dijminê ku înkara kurdan asayî kiriye, birijîne. Vê daxwaza xwe jî, di demeke kurt pêk anî. Di têkoşîna xwe ya ku bi Rêber Apo re yekbûnê pêk bîne de, bi wekî mirovekî leheng, bi layîqî çeperan girt. Encax ji ber ku, zûtirîn xatir ji me û têkoşînê xwest, wekî tevger me zêdetir bi dozê ve girê dide. Em ê hewl bidin, di vê rê û doza ku hevalê Amed meşiyaye layîq bibin.

2. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê hevalê Zafer, Harûn û Amed ku li Botanê şehîd ketine bibîranîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirinê ku, em wekî tevger û gel, di demeke ku çavên me li Îmraliyê ne, rastiyeke ku, di şerê parastina rewa de û di têkoşîna parastinê de, ev şehîdên me yên leheng layîqî vê axê û PKK’ê bûn. Em li hember bîranînên wan bejna xwe diewînin û li bîranînên wan xwedîderketin, wekî hêzên HPG’ê, deynê stûyê me ye. Li hember her cure êrîş û polîtîkayên tesfiyekirinê, sekneke me ya zexm û serî bilind, sekneke rûmetî ya hemû gelên mazlûm e. Careke din, em soza xwe ya girêdayînê, ji rêhevalê xwe yên ku li Botanê şehîd ketine, didin.

 

8 Kanûn 2009