Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Cotmehê li di danê sibê de li dijî Aşûtê ku bi ser navçeya Şirnex Qilabanê ye û li dijî gundên Pinyaniş û Zavîtê ku bi ser navçeya Colemergê Çelê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di 3’ê cotmehê de (îroj) bêencam paşde zîviriye.
2. Di 2’ê cotmehê di navbera saet 08.00-09.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Merwanûs û Geliyê Şehît Ozgur ku bi ser Zagrosê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
3 Cotmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG