HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3'ê Hezîranê de, artêşa Tirk a dagirker xwest li qadên Şehîd Kendal, Şehîd Rênas û Deriyê Dawetiya yê Heftanînê operasyonekê bide destêpkiirn. Gelê Kurdistanê yên li vê herêmê, pêşî li vê operasyonê girtiye. Li hemberî vê berxwedana gel, operasyon pêk nehatiye.

Piştî ku gelê Kurdistanê ji herêmê hat belavkirin, artêşa Tirk a dagirker û cerdevanên wan bi 15 maşînên zirxî, 4 dozer û bi sedan leşkeran xwest, dest bi operasyoneke nû bike. Komeke ji 3 cerdevanan, di 8'ê Hezîranê saet di 18.00'an de xwest girekî li herêma Şehîd Kendal bi dest bixe. Li ser bersivdayîna gerîlayên me, cerdevan neçar mane xwe vekişînin.

2. Di 8'ê Hezîranê saet di 07.00 de, li navçeya Colemêrg Şemzînanê li herêm navbera Mûseka û Rûbarokê artêşa dagirker a Tirk dest bi operasyonê kiriye. Operasyona mijara gotinê dewam dike.

3. Di 8'ê Hezîranê de di saetên sibehê û heta Neha girêdayî Şirnexê herêma Findikê ya Çiyayê Gebarê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi topên hawan û obusan bombebaran kiriye. ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket û şewata li herêmê berdewam dikê.

9 Hezîran 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê