HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 1’ê Mijdarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 4 hezar leşkerî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ji aliyê Fermandarê Qolordiya duyemîn û Fermandarê Tumenên Colemerg û Wanê dihate rêvebirin de pevçûnên dijwar qewimîne.

Di 1’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Elkê li dijî leşkerên li Zozanên Laleş û Meydan Zengilê ne ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin.

Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye, kuştî û bîrîndarê xwe jî bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

Di heman şevê operasyon ber bi zozanên Kejanê, navserên Peyanûs, Kato Kawalê, Kato Ortê, Girê Ahmed, Girê Reş, Çela Cengê û zozanên Mezrayê ve hatiye berfirehkirin.

Di 2’ê Mijdarê de di navbera saet 04.30-05.00’an de li dijî Kato Marînos, Astenga Marînos, Anîtos, Suwara Xalê û Mamedokayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin û operasyon bi daxistinan ber bi van herêman ve belav bûye. Dijmin li herêma Pira Şînê 8 panzêr bi cîh kiriye û li ser girên bilind jî leşker bi cîh kiriye. Di heman rojê di navbera saet 10.00-11.00’an de li dijî herêma Kato Marînosê ji aliyê artêşa dagirkera tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin, piştî wê jî bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye.

Di 3’ê Mijdarê de artêşa dagirkera a tirk xwestiye dakeve berfirehiyên eraziyê, li dijî van leşkeran li herêma Mezrayê ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor û bombeyan 6 leşkerên dijmin hatiye kuştin .

Di 4’ê Mijdarê de li gel herêmên operasyon berdewam dike ber bi Deriyê Şehîd Botan û Deriyê Hirçê jî hatiye berfireh kirin.

Dİ 5’ê Mijdarê de di saet 13.15’an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên xwestiye dakeve Katoyan de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnên heta saet 15.30’an berdewam kiriye ji 10’an zêdetir leşker hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Ji ber bombebaran dijwar a dijmin hejmara zelal nehatiye tespîtkirin. Di heman rojê di navbera saet 12.00-20.00’an de artêşa dagirker a tirk ku derbeyên giran xwarine bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.

Di 6’ê Mijdarê de di saet 16.30’an de jî li dijî leşkerên li Şikêrê Spî bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di heman saetan de helîkopterên skorkskyê xwestiye mudaxeyî cihê bûyerê bike, rastî bergiriya gerîlayên me hatiye bê ku bikeve herêmê paş de vekişiyaye.

Di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me artêşa tirk derbeyên giran xwariye û di roja 7’emîn a operasyonê naçar maye paş de vekişe.

Di encama pevçûnên di roja pêncemîn (5’ê Mijdarê) de qewimîne 4 rêhevalê me gihîştine şahadetê. Dema nasnameyên van rêhevalên me zelal bû wê raya giştî were agahdarkirin. Herweha yekîneyeke gerîlayên me ya ji 3 kesan pêk tê jî heta niha têkilî nehatiye danîn.

2. Di 7’ê Mijdarê de di saet 20.00’an de li navçeya Elkê ya Wanê li dijî birca çavdêriyê ya qereqola Xalinkayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî mudaxeleyî cihê çalakiyê hatiye kirin, kuştî û birîndarên xwe jî bi van wesayitan ji herêmê dûr xistine. Di 8’ê Mijdarê de (îroj) danê sibê li dijî herêma çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.

3. Di 7’ê Mijdarê de di saet 05.00’an de li navçeya Pasûra Amedê li dijî Mezra Xizir û quntarên Hêlîn ên bi ser herêma Dorşînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di heman rojê di saet 09.00’an de li dijî helîkoptera skorskyê ya xwestiye li neqeba Qilêşê dayne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Operasyona li herêm di heman rojê di saet 15.00’an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.

4. Di 7’ê mijdarê de di navbera saet 05.00-06.00’an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî Genîştepe û Neqeba Ranyapîrê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 23.00’an de operasyon bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye. Di 8’ê Mijdarên li dijî heman herêman bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatiye bombebaran kirin.

5. Di 7’ê Mijdarê de di saet 15.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî çiyayê Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 8’ê Mijdarê de danê sibê li dijî heman herêmê ji aliyê helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin.

6. Di 2’ê Mijdarê de piştî çalakiya li qereqola Angul a bi ser navçeya Lîceya Amedê hatiye lidarxistin de rêhevaleke me ji yekîneya xwe qut bibû. Li gor ahagiyên hate zelalkirin ev rêhevalê me gihîştiye şahadetê.
Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê;

Nasnav: Zerdeşt Ardil
Nav û paşnav: Mazlum Demir
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Feride - Mehmet Sait
Dîrok û cihê şahadetê: 2 Mijdar 2012 / Lice, Amed

8 Mijdar 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê