Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 19'ê Nîsanê saet di 15:15'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek li dar xistin. Ji cihekî nêz derbên giran li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin.
Di çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin, kamerayeke mobese hate îmhakirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê şev bi helîkopterên Skorsky û Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.
2 Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên xwe yên hewayî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kirin. Di vê çarçoveyê de;
17'ê Nîsanê saet di 10:00 de balafirên şer bombe li derdora gundê Dêrikê yê li qada Meyroke ya herêma Garê û qada Mamreşo ya herêma Avaşînê barandin.
20'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 04:30 û 05:30 de balafirên şer bombe li Girê Zergelê û derdora gundê Bêpalan ê herêma Qendîlê barandin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.
20'ê Nîsanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê