HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me êvara 3'ê Tîrmehê saet 18'an li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li leşkerên artêşa Tirk ên li ser girê Lêlîkanê çalakî kirin.

Derbên giran li çeper û stargehên leşkeran hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

2. 3'ê Tîrmehê saet navbera 14:00-14:30'î, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Basya ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê barandin.

Şeva heman rojê saet 23:50'î jî balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li geliyê Aris-Faris ê li herêma Avaşînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmana bi balafiran tiştek bi hêzên wan ên gerîla nehatiye.

 

4’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê