Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê pûşperê de di saetên êvarî de artêşa TC’ê li hember qadên Geliyê Zap, Girê Balîsa û Helwesîsê ku girêdayî Çelê ya Colemêrgê ne operasyonek li dar xistiye. Operasyona navborî hê jî didome.
2. Di 30’yê pûşperê de êvarî saet di navbera 20:00-23:00’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Dola Şîvê û Kurê Jaro ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan li dar ketiye.
3. Di 29’ê pûşperê de bi roj saet di navbera 10:00-11:00’an de artêşa TC’ê bi obûsan êrîş biriye ser qadên Çiyareş, Gundê Kokerê û Gundê Sacê ku girêdayî Zapê ne.
4. Di 28’ê pûşperê de ji danê sibehî hetanî êvara 29’ê pûşperê artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya qadên Gundê Kinyanişê, Gundê Şîfrezê, Petrotê û Mergeşîşê ku girêdayî Zagrosê ne daye ber obûs û hawanan.
1 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê