J gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê îlonê de saet di navbera 22:00-22:30’yan de eydî Artêşa TC’ê firokeyên kobra gundê Satê ku girêdayî Geverê ye bombebarîn kirine.
2. Di 28’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember bejahiya navçeya Omeryana Mêrdînê operasyonek hatiye li dar xistin. Artêşa TC’ê di 30’yê îlonê de li erazî yekîneyên veşartî bo armanca keşf û kemînavêtinan hiştinê re bi paş ve vekişiyaye.
3. Di 29’ê îlonê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember gundên Gemêvîr, Dewa Xiraba, Mistan, Dolik û Ramarê ku girêdayî Dara Hênê ya Çewlikê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku cahş jî beşdar bûne, bi girtina girên stratejîk re di 30’yê îlonê bi paş ve vekişiyaye. Piştî vekişînê li qadê yekîneyên veşartî bo armanca kemînavêtin û keşfê hatine hiştin.
4. Di 28’ê îlonê de ji hêla ArtêşaTC’ê ve li hember derdora gundê Kizkapanê û bejahiya navçeya Hamûrê û qada Eledagê operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon di 29’ê îlonê de bi paş ve vekişiyaye.
5. Di 27’ê îlonê de ji hêla qereqola Oramarê ku girêdayî Geverê ye êrîşeke bi hawan û obûsan avêtine qadên Xopinê, Zêrê û derdora Avabazê û xeta Avaşînê. Êrîş hetanî 29’ê îlonê bi navberên diyarkirî berdewam kirine û li qadê şewateke ku hê jî didome derketiye.
1 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê