Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê cotmehê de di saetên êvarî de li navçeya Mêrdînê Mahsertê ji qereqola Golê û li Nisêbînê ji qereqola Herbê li dijî Gundên Dercemê, Yestê, Xirbeka, Kewarêxê û Mişkîna operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha ji qereqola Xirbêqeplo ku bi ser navenda Mêrdînê ye ji aliyê dijmin kemîn û keşif tê kirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
2. Di 25’ê cotmehê de li navçeya Amed Lîcê li dijî Hedik, Manîsor, Dizeynî, Akro, Girê Karxê, Şergemê, Karincak, Barav, Mêrg,Kurmik, Zengeser û mêrgê wê, Kelê, Kileber, Silê û Panavê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku bi piştgiriya balefirên Heronan jî berdewam dike, ji aliyê yekîneyên veşartî yên Artêşa TC’ê kemîn û keşif tên kirin.
28 Cotmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê