Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Daxuyaniya ku 24’ê Çileyê ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandina me ve hatî dayîn, me ragihandibû ku, artêşa Tirk ya dagirker li bejahiya navçeya Mîdyat ya Mêrdînê operasyon daye destpêkirin û agahiya me ji 2 rêhevalên me tune ye. Di encama lêkolînên me de zelalbû ku 2 rêhevalên me tevlê kerwanê Nemira bune.
22’ê Çileyê di demjimêr 08.00’an de di navbera leşkerên artêşa Tirk yên dagirker ku li bejahiya navçeya Mîdyat ya Mêrdînê operasyon dayîn destpêkirin û 2 rêhevalên me de pevçûnê rû daye. Herêma pevçûnê ya ku ji aliyê helikopter, tank, panzer û çekên giran ve hatin bombebaran kirin, 2 rêhevalên me bi awayek qehreman li dijî bi sedan leşker û polîsan şerkirine û gihane şahadetê.
nasnameya rêhevalên meyê gehiştine şehadetê:
Nasnav: Zafer Bîlal |
Zafer Bîlal - Abdullah Akbaş
Nasnav: Noşîn Bagok |
Noşîn Bagok - Îdrîs Turan
2. Di 24’ê Çile de saet nêzî 17.00’an de li navenda Êlihê li taxa TOKÎ ya ku ji 40 zêdetir polîsên taybet lê dimîne, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di otobusa ku 40 polîsên tîmên taybet tê de hebûn de, hejmara mirî û birîndaran nehatiye tesbîtkirin.
26 Çile 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê