ji çapemenî û raya giştî re!
Li hemberî tecrîda şidandî ya li dijî Rêber Apo û li dijî hewldanên komkujiyê yên li hemberî berxwedana gelê Nisêbîn û Dêrikê, hêzên gerîlayên me çalakiyek lidar xistin.
Di roja 2'ê Kanûnê de saet di 17:45'an de, li nêzî taax Meydanbaşi ya li navenda navçeya Mêrdîn Artûklûyê, di dema derbasbûna otobuseke ji leşkerên payebilind ên Rêxistina Îstîxbarata Jendermeyan a berê hatibû tespîtkirin de, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi gelek ambûlansan rakir nexweşxaneyê û nexweşxane dorpêç kir. Tîma me ya gerîla ya çalakî pêk anî, bi awayekî serketî vegeriya baregehên xwe.
Di roja 4'ê Kanûnê de saet di navbera 01:00-04:00 de balafirên keşfê li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan.
Di roja 4'ê Kanûn'e de saet di navbera 09:00-09:30 de, li hemberî artêşa TC a li dora Girê Şehîd Zerdeşt ê li herêma Oremarê, çalakiyek hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran li vê derê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt derdorê.
4 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG