Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Mijdarê de Artêşa Tirk a dagirker li bajarokê girêdayî navçeya Mêrdînê Stewrê Barnayê li herêma Eltê kemînên berfih li darxistin. Ev kemîn di roja 4’ê Mijdarê de di saet 6:00’an de bi maşîneyên Zirxî û 1 jamîr, 1 Reo û li gel cerdevanên herêmê bi şeklê lêgerînê berdewam kir. Di saetên nîvro de di navbera 11-12’an de ev faliyetên leşkeran bê encam bi dawî bûn.
2. Di 3’ê Mijdarê de belafirên girêdayî Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Paristinê yên Medyayê di saet 12:30’an de li herêma Zagrosê, di heman rojê de danê sibehê saet 7:30’an de û di seatên şev 22:30 ‘an de li Metîna, di 4’ê Mijdarê di saet 20:00-22:30’an de li herêma Garê, di haman rojê de di saetên sibehê de 08:00-10:30’an de li Qandîlê balefirên keşfê geriyan. Keşfên di 4-5’ê Mijdarê de li herêma Zapê destpêkirîn hîna didome.
5 Mijdar 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê