HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

1. Şeva 5’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker bi beşdarbûna kontra û cerdevanan li herêma Bagok a Mêrdinê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Roja 6’ê Îlonê leşkerên dagirker bi hêzên me re hatin beramberî hev, nekarin şer bikin û bi balafirên şer herêm bi giranî zêde bombebaran kirin. Di bombebaranê de hevalê me Şoreşger Mardîn şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şoreşger Mardîn

Nav û Paşnav: Mahmût Ağirman

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Nav: Latîfe – Sabrî

Cih û Demê Şehadetê: Mêrdîn / 6’ê Îlona 2018’an

Şoreşger – Mahmut Ağırman

2. 2’yê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker di navbeyna Hatay û Skenderûnê de li gelek qadan operasyonek bi tevlêbûna gelek yekîneyên kontra da destpêkirin. 4’ê Cotmehê gerîlayên me saet 12.00’an li nêzî girê Şahîn, li dijî yekîneyên operasyonê, ku gerîla ev yekîne kiribûn bin kontrala xwe, çalakî kirin. Ji nêz ve derb li yekîneya dijmin hatiye xistin û 1 leşker hatiye kuştin. Operasyona li qadê hê jî berdewam e.

3. Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 4’ê Cotmeha 2018’an me bi raya giştî re par ve kiribû û gotibû, artêşa TC’ê ya dagirker 28’ê Îlonê li qada Pirdûda ya herêma Faraşînê ya Êlkê ya Şirnexê operasyon daye destpêkirin, di şer hevalê me Çekdar Azad (Ferdî Muslu) şehîd bûye. Di şer de hevalê me Çekdar şehîd nebûye, birîndar bûye û dîl ketiye destê dijmin.

4. 6’ê Cotmehê di navbeyna saet 21.00’an û 21.30’î de balafirên şer tên artêşa TC’ê ya dagirker qada Adilbeg a herêma Avaşînê bi balafirên şer bombebaran kiriye. Her wiha dîsa balafirên şer ên artêşa dagirker 7’ê Cotmehê saet 05.30’an qada Werxele ya herêma Zapê bombe kiriye. Di operasyonê de gerîlayên me şehîd nebûne.

 

7’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê