Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di Çarçoweya Pêngava Şoreşgerî a Cenga Xabûrê de li herêma Metîna;
– 23'yê Cotmehê saet 14:00'an hêzên me yên YJA Starê li Girê Koordîne bi taktîka suîkastê bi hevdemî li komeke dagirker dane.
Ev çalakî ji bo bîranîna fermandara me ya nemir Şehîd Bêrîtan hatiye kirin û di encamê de 2 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi helîkoptêran windayên xwe rakirine.
2. Li Qada Berxwedanê ya Girê Qertel a herêma Avaşînê;
– 23'yê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker bi gazên jehrî, çekên kimyewî û teqemeniyan êrîş biriye ser Qada Berxwedanê Girê Qertal. Piştî vê bombebaranê dagirkeran 8 caran xwe ceribandine ku bi pêş ve biçin, di navbeyna hêzên me yên li Girê Qertal û dagirkeran de şerekî giran çêbûye lê heta niha dagirker bi pêş ve neçûne. Artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên kimyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê bombe dike.
3. 23'yê Cotmehê saet di navbeyna 14:30-23:20'an de qadên Stûnê û Girê Şehîd Elî yên li herêma Avaşînê bi helîkoptêran û balafirên şer hatiye bombekirin. Eynî rojê bi şev li Mervanos, Tabûra Ereban û Banista tevgera helîkoptêran çêbûye.
– 23'yê Cotmehê saet navbeyna 23:30-00:30'î li herêma Zapê li Tîpa T û qada Kela Bêdewê tevgera helîkoptêran çêbûye.
– 23'yê Cotmehê saet 11:30'an heta 24'ê Cotmehê sibehê qada Çemço bi balafirên şer û qereqolên ser sînor bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.
– 23'yê Cotmehê saet navbeyna 20:30-21:30'î li herêma Metîna li ser xeta Qaşûra tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî rojê gundên Dêşîşê û Serarû ya Kanî Masî ya Amediyê, Kela Qumriyê û qadên Koordîna bi helîkoptêrên êrîşê hatine bombekirin.
24’ê Cotmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê