Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çerçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Cenga Xabûrê de lî herêma Metîna;
– Di 2’ê Adarê saet 16.00’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkerên Girê Mîlîtan yê girêdayî xeta Qaşûrê dane. Di vê çalakiyê de çepereke dagirkeran hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.
– Di 23’ê Sibatê de saet di 14.00’an de Qada Girê Hakkarî ya girêdayî herêma Metînayê 3 caran, di 24’ê Sibatê de qadên Kunîşka, Kela Bedewê, Karker û Sîda yên herêma Zapê 9 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
– Di 25’ê Sibatê de saet di 14.00’an de Golkaya herêma Metînayê û qadên Çemço yên girêdayî herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.
– Di 26’ê Sibatê de Girê Şehîd Şerîf ê Xakurkê, Serê Metîna ya girêdayî Metîna û qadên Şikefta Birîndaran a Zapê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
– Di 27’ê Sibarê de Girê Ortê yê girêdayî Metînayê 2 caran û qada Saca ya girêdayî herêma Zapê carekê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.
– Di 28’ê Sibatê de Deriyê Hirçê yê herêma Garê du caran û Girê Ortê yê Metînayê 3 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
– Di 1 û 2’ê Adarê de qadên Çemço û Kunîşka yê herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.
– Di 2’ê Adarê de saet di navbera 16.20-18.00’an de qada Werxelê ya girêdayî Avaşînê bi balefirên şer û çekên giran sê caran hatine bomberdûmankirin
3’ê Adara 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê