Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çerçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Cenga Xabûrê de lî herêma Metîna;
– Di 6’ê Adarê saet 13.00’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkerên ku li Girê Azad bicîhbûne xistin. Di vê çalakiyê de çepera bombeavêj a dagirkeran hate hedefgirtin. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekek bombeavêj hatin tunekirin.
Ev çalakiya bibandor, ji aliye hêzên YJA Star ve ji bo silavkirina 8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin.
2. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastina Medya berdewam dike. Hurgiliyên êrîşên ku hatine kirin wisa ne:
– Di 4’ê Adarê saet 14.30 an de herêma Çiyayê Reş ya girêdayî Zapê bi balefirên şer hate bombebarankirin.
– 5 ê Adarê di navbera saetên 20.30 – 21.30 an de herêmên Şehîd Şahîn û Kunîşka yên girêdayî Zapê bi balafirên şer 4 caran hatin bombebarankirin.
– 6 ê Adarê di navbera saetên 19.00 – 21.00 an de herêma Werxelê ya giredayî Avaşîn û herêma Çiyayê Reş ya girêdayî Zapê bi balafirên şer 3 caran hatin bombebarankirin.
– 7 ê Adarê di navbera saetên 20.30 – 21.30 an de herêma Dola Şehîd Ozgur ya girêdayî Zapê bi helîkopterên êrîşê ve hate bombebarankirin.
8’ê Adar a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê