HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

25’ê Nîsanê di saet 16.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

2. Li Herêma Metînayê;

25’ê Nîsanê di saet 22.00’an de hêzên me li helîkoptera ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi cih bibe, xist û derb li helîkoptera Skorsky hate xistin. Helîkoptera ku derb xwarî, neçar ma ji qadê dûrkeve.

3. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

26’ê Nîsanê Qada Berxwedanê, Dergelê, Şêlazê û Bêşîlî ya herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, qada Lolan, Sinînê û Berdesor a herêma Xakurkê 8 caran, bi giştî; 14 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

25 û 27’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê, Qesrokê, Golka û Girê Çarçelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

27ê Nîsana 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê