HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Li herêma Metînayê;

– 17'ê Tebaxê saet di navbera 20:30-23:00 de helîkopter li xeta Qaşûra ya li herêma Metînayê geriyan. Di heman demê de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê helîkopterên êrişê xwestin bombeyan li derdora gundên Kêste, Hirorê û qadên Girê Şehîd Çiya û Kela Qûmriyê bibarînin. Hêzên me yên YJA Starê li van helîkopterên êrişê xistin. Helîkopterên ku derb xwarin neçar man ji herêmê biçin.

– 18 û 19'ê Tebaxê saet di navbera 20:30-00:00 de helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan.

– 19'ê Tebaxê saet di navbera 10:05-10:10 de li nehiya Dînartê ya navçeya Akrê, gundê Şiyê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

– 19'ê Tebaxê ji nava rojê û pê ve derdora gundên Kêste û Hirorê yên nehiya Kanî Masî ya Amediyê bi obus û hawanan hatin bombekirin.

2. Li herêma Avaşînê;

– 19'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-22:00 de artêşa Tirk a dagirker li hemberî tunelên şer ên li qada Werxelê gazên kîmyewî bi kar anî. Heman rojê bi çekên giran bombe li tunelên şer ên li qada Girê Sor barandin.

– 19'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-22:00 de li qada Werxelê, tuneyên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin.

– 19'ê Tebaxê saet di navbera 22:30-01:30'î de li qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereban, Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman helîkopter geriyan.

Liv û tevgera droneyan a li ser herêmê dewam dike.

20’ê Tebaxa 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê