HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çarçoweya pêngava ''Dema azadiyê ye'' bi rihê Pêngava 1'ê Hezîranê derbên giran li dagirkeran dide.

Di pêngavên şoreşger ên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de li ser bîranîna hevrêyên me yên şehîd di alakiyan de 14 dagirker hatine cezakirin, mewziyeke  A4'ê, çekeke A4, wesayiteke zirxî ya ji dûr ve tê kontrolkirin û mewziyeke hatiye îmhakirin. Hevrêyên me Egît, Rêber, Rêdûr, Brûsk, Zeynep û Zagros ku pêşengiya van çalakiyan kirine şehîd bûne.

Agahiyên di derbarê çalakiyên ku hêzên me pêk anîne wiha ne:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xaburê de;

– 28'ê Gulanê saet 13:30'an li herêma Metîna li qada Derarê li dijî dagirkerên li Girê Sor ku bi çeka A4'ê mewziyên şer ên Girê Zendûra bome dikriin çalakiyek hatiye kirin. 3 leşkerên li meziya A4 hatine cezakirin, çeka A4 û mewziya wê bi temamî hatiye rûxandin.

Piştî çalakiyê dagirkeran Kêstê, Hirorê û Girê Zendûra yên herêma Metîna dane ber obûs û hawanan, di navbeyna saet 22:45-00:00'an de bi helîkoptêran leşkerên ku hatine cezakirin rakirine. Her wiha bi helîkoptêrê êrîşê dema ku erdên gundê Kêstê û Girê Zendûra hatine bombekirin hêzên me bi çekên giran ew kirine hedef û li wan dane. Piştî derbxwarinê helîkoptêrên êrîşê bêgav mane ku ji qadê dûr bikevin.

– 29'ê Gulanê saet 12:00'an dagirkerên ku xwestin bikevin tûnelên şer ên Girê Zendûra a herêma Metîna, piştî ku bi ser neketin, dîsa hêviya xwe bi teknîkê ve girêdane, bi bi wesayiteke zirxî ya ji dûr ve tê konrolkirin û bi palet xwestine ku bikevin tûnela şer. Ev wesayita zirxî ji hêla hêzên me ve hatiye îmhakirin.

– 29'ê Gulanê saet 13:00'an li herêma Heftanînê dagirkerên ku ji Koxê Mele Yehya ber bi gundê Kêşanê ve diçûn ji hêla hêzên me ve hatine kontrolkirin. Hêzên me yên YJA Starê ev dagirker kirine hedef û çalakiyek li wan kirine. Di encama çalakiyê de çend dagirker birîndar bûne û hatine cezakirin zelal nebûye, dagirkerên ku derb xwarin vekişiyane.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

19'ê Gulanê li herêma Zapê li dijî dagirkerên ku li qada Herfa T'yê tevcigeriyan çalakiyek hatiye kirin. Piştî ku bi çekên ferdî li dagirkeran haiye xistin şerekî giran çêbûye. Di vê çalakiyê de li ber çavan 4 leşker hatine cezakirin hevrêyên me Egîd Batman û Rêber Nisêbîn bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Egîd Batman
Nav Paşnav: Veysî Yomen
Cihê Jidayîkbûnê: Êlîh
Dayik – Bav: Hayriye – Mustafa
Dem û Cihê Şehadetê: 19’ê Gulana 2021 / Zap

Egîd – Veysî Yomen

Nasnav: Rêber Nisêbîn
Nav Paşnav: Suleyman Aydin
Cihê Jidayîkbûnê: Nisêbîn
Dayik – Bav: Hasîme – Zubeyîr
Dem û Cihê Şehadetê: 19’ê Gulana 2021 / Zap

Rêber – Suleyman Aydin

Hevrêyê me Egîd li Êlihê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hê zû nas kiriye. Di nav malbatê de her çendî hin memûrên dewletê hebin û xizmetê ji dewleta mêtinger re bikin jî hevrêyê me Egîd bi hîseke kûr a welatparêziyê ji gel û welatê xwe hez ikriye. Piştî dibistana seretayî li dibistanÊn dewletê nexwendiye, xebitiye, ked nas kiriye û bi keda xwe li ser piyan maye. Berpirsyariya ku dîrokê lê bar kirî di dilê xwe de hîs kiriye û tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Piştî demekê ev xebat têr nedîtiye û tevlî nav refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûye.

Hevrê me Egîd ku li Êlihê bi çîrokên Fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Kormaz) mezin bûyî li çiyayên Kurdsitanê ji bo ku li ser şopa lehengiyê ya Fermandar Egît bimeşe navê xwe Egîd daniye.  Li Avaşîn, Zap û Zagrosan hînî gerîlatiyê bûye. Li ser bingehê pîvanên jiyanê yên îdeolojiya Apoyî li xwe zêde kiriye û bûye fermandarekî zîrek. Li Zapê di gelek çalakiyan de pêşengî kiriye, her wiha di çalakiya dawî de ku şehîd bûyî bi wêrekî, biryardarî û rihê fedayî yê Apoyî bi ser dijmin de çûye, dagirkerên mêtinger ceza kiriye.

Hevrêyê me Rêber Nisêbîn li bajarê serhildanan li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Rêber ku bi çand û rêza berxwedanê ya Nisêbînê mezin bûyî li gel hemû polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a qirker ku jibo tevlî gerîla nebin ew qas astengî danîn jî, ji hemû astengiyan bihuriye û sala 2020'an tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêyê me Rêber ku bi tevlêbûna gerîla derba pêşî û giran li dijmin dayî li qada Zapê dest bi gerîlatiyê kiriye, zû hînî çiyayên Kurdistanê bûye û tevlî jiyana bi pîvanên PKK'ê bûye. Bi kesayata xwe ya gihaştşî û tevlêbûna bi xest zû li xwe zêde kiriye û bûye şervanekî zîrek. Hevrêyê me Rêber ku zilm û komkujiya dewlta TC'ê ya qirker a li ser gelê me yê Nisêbînê gavekê jî ji bîr nekirî tevlî çalakiyên tolhildanê bûye û nîşan daye bê ka hêrs û kîna wî ya li dijimn çendî mezin e. Di çalakiya dawî de ya li qada Herfa T'yê ya Zapê bi wêrekî û lehengiyeke mezin bi ser dijmin de çûye, bi cezakirina dagirkeran şehîd bûye.

3. 20'ê Gulanê saet di navbeyna 14:30-15:00'an de li herêma Zapê qada Kurojehro hatiye bombekirin, di encamê de hevrêyên me Brûsk Kobanê û Rêdûr Cûdî şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Rêdûr Cûdî
Nav Paşnav: Muhammed Mehdî Tanriverdî
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Dayik – Bav: Besna – Ramazan
Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Gulana 2021 / Zap

Rêdûr – Muhammed Mehdî Tanriverdî

Nasnav: Brûsk Kobanê
Nav Paşnav: Ahmet Alî Bozan
Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê
Dayik – Bav: Emîne – Alî
Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Gulana 2021 / Zap

Brûsk – Ahmet Alî Bozan

Hevrêyê me Rêdûr Cûdî li navçeya Silopya ya Şirnexê li gundê welatparêz ê Sorbitmê jidayik bûye. Li nav malbateke welatparêz bi hîsên welatparêzî mezin bûye. Qebûl nekiriye ku li nav dibistanên dewleta TC'ê asîmîle bibe û dibistan berdaye. Hê bi ciwanî  êşa gelê xwe û siyaseta qirkirinê ya dagikeriya TC'ê dîtiye û lê geriyaye ku tevlî nav têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibe. Li pey vê lêgerînê li Cûdî tevlî nav refên gerîla bûye. Ji CûdÎ heta bi Garê, Zapê li gelek qadan bi dînamîzm û enerjiya ciwanî gerîlatî kiriye, bi devlikenî û coşiya xwe ya nediqediya tim ji hevrêyên xwe re bûye moral. Bi zekaya xwe ya zêde ya pratÎk, bi jêhatîbûn û kesayata xwe ya hîperaktîf pir zû pêş ketiye, li nav jiyana gerîlatiyê bûye xwedî tecrûbeyên zêde û li ser îdeolojiya Apoyî xwe pêş ve biriye. Ji bo ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pratîk bike daye ber xwe ku di pisporiya leşkerî de bi pêş ve biçe û bi vê çarçoweyê li akademiya leşkerî perwerde bûye. Bi îdîya ku bibe gerîlayê profesyonel derbasî qada Zapê bûye, li vir bi asta pêşengiyê tevlî nav gelek xebatan bûye.

Hevrêyê me Brûsk li Kobanê ku dastana lehengiyê lê hatiye nivîsîn, faşîzma DAÎŞ'ê ya ku bûbû bela serê mirovahiyê têk birî, jidayik bûye.  Hevrêyê me Brûsk ku li nav malbateke welatparêz  û li nav atmosfera Şoreşa Rojava mezin bûyî, hê bi zaroktî rûyê hov ê dijminê mêtinger û çeteyên faşîst dîtiye. Hê bi ciwanî hay ji siyaseta qirkiniê û têkoşîna dijî vê çêbûye, tevlî nav xebatên şoreşê bûye.  Ji bo azadiya teqez a Kurdistanê û ji bo geşkirina têkoşînê tevlî nav refên gerîla bûye. Li herêma Garê dest bi pratîka gerîla kiriye û li xebatên vir pir li xwe zêde kiriye û bûye milîtanekî Apoyî yê xebatkar. Bi hêrsa li faşîzma dewleta TC'ê û ji bo tola zilma li ser Kurdan hatî kirin hilîne pir israr kiriye ku biçe qadên ku şer lê giran e. Bi vê çarçoweyê hevrêyê me Brûsk çûye qada Zapê, li Zapê bi daxwazeke zêde lê geriyaye ku derbê li dijmin bide. 20'ê Gulanê di encama bombebaranê de hevrêyê me Rêdûr şehîd bûye.

4. 28'ê Gulanê saet 08:00'an li herêma Zapê li qada Cîloya Biçûk li dijî wan dagirkeran ku dixwazin bi ser mewziyên şer de werin çalakiyek hatiye kirin. Di vê alakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin, li ser vê dagirker qedemeyekê bi paş ve çûne. Saet 09:00'an ev qad du caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Eynî rojê saet 17:30'an hêzên me ji sê aliyan ve ketina nav dagirkeran ku dixwestin têkevin tûnêlên şer. Baskê pêşî bi çekên fermî 3 dagirker cez kirine, baskê duyan 2 mewzî kirine hedef û li wan dane.  Li vir jî 2 dagirker hatine cezakirin û mewziyek hatiye rûxandin. Destê parastinê jî dagirker kirine hedef, derbên serkeftî li wan dane, lê li vir dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne, hijmara wan tam diyar nebûye.

Di van çalakiyan de ku bi giştî 7 dagirker hatine cezakiri nû 1 mewzî hatine rûxandin hevrêyên me Zagros Avaşîn û Zeynep Farasîn bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Zeynep Faraşîn
Nav Paşnav: Mizgîn Akyol
Cihê Jidayîkbûnê: Qoser
Dayik – Bav: Behiye – Erdal
Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Gulana 2021 / Zap

Zeynep – Mizgîn Akyol 

Nasnav: Zagros Avaşîn
Nav Paşnav: Ferdî Mergel
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Dayik – Bav: Hayriye – Mehmet Can
Dem û Cihê Şehadetê: 20’ê Gulana 2021 / Zap

Zagros – Ferdî Mergel

Hevrêya me Zeynep li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku bi welatparêziya xwe zanîn jidayik ibe. Hevrêya me ku li metropolên Tirkiyê mezin bûyî, ji ber hezkirina li welêt û lêgerîna li azadiya jinê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Bi baweriya ku bersiva herî watedar wê di felsefeya Rêber Apo û çiyayên Kurdistanê de bibîne tevlî nav refên gerîla dibe. Bi coşî, kêf û kelecaniya ku gihaştiye welêt tevlî nav gerîla dibe. Zû pêş dikeve, li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê hûr dibe, ji bo ku asta îdîa û tevlêbûna xwe zêdetir bike, tevlî nav rêxistina Hêzên Taybet dibe.Hevrê Zeynep ku li ser xeta Zîlanên fedayî bi biryardarî li rêya şoreşê meşiyayî, di xebatên stratejîk ên şerê me yên gerîla de cih girtiye û bûye xwedî berpirsyarî. Bi hîsiyateke resenî xwe, bi dilnizmiya xwe, bi dilsoziya xwe ya li şehîdan hewl dide ku layiqî wan be. Li serkeftinê asê bûbû û bi vê daxwaz û baweriya xwe ji hevrêyên xwe re bûye hêz û moral. Hevrêya me Zeynp bi jidilbûna xwe ketiye dilê hemû hevrêyên xwe, li peywira xwe ya dawî  Zapê bi çalakî û rola pêşeng rabûye. Bi ked û hewldana xwe bûye xwedî pratîkeke serkeftî, li Zapê bûye fermandarê tîmê. Di çalakiya dawî de bi rihekî fedayî bi ser dagirkeran de çûye, weke fermandareke YJA Starê derbên giran li dagirkeran daye, dastana lehengiyê nivisiye û şehîd bûye.

Hevrêyê me Zagor li Mûşê li gundê Vartînîsê ku bi welatparêziya xwe zanîn li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hê zû têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye, bi xeyala ku bibe Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê mezin bûye. Li dijî tecîda girankirî ya ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo ferz kirî û li dijî Plana Çokşikandinê ya dewleta Tirk bûye xwedî hêrseke mezin û bi vê bingehê li eyaleta Xerzanê tevlî nav refên gerîla bûye. J ibo tola qirkirina li ser Kurdan hilîne bawerî pê aniye ku divê bi rihekî fedayî têkoşîn were dayin.

Hevrêyê me Zagros bi vê bîrwerî û baweriyê tevlî nav jiyana gerîlatiyê bûye, daye ber xwe ku li ser îdeolojiya Apoyî kûr bieb û di qada leşkerî de bi pêş bikeve. Bi vê bingehê ji Metîna heta bi Şengal, Zapê li gelek qadan xebitiye, bûye xwedî tecrûbe û bi layiqî li peywirên xwe yên şoreşger xwedî derketiye. Li qada Cîloya Biçûk a Zapê ji bo ku rê nede dijmin bi fedayî bi ser dijmin de çûye, derbên giran li dijmin daye û li Zapê piştî berxwedaniyeke bi lehengî şehîd bûye.

Eyaleta me ya Zapê ku di dîroka me ya têkoşînê de rê nedayî dagirkeran, bi berxwedaniya xwe dersên mezin ên dîrokî dayî dijmin, di tevgera dawî ya dagirkeriyê de jî rê nedaye dagirkeran. Performansa şer ku hevrêyên me Egîd, Rêber, Rêdûr, Brûsk, Zeynep û Zagros li Zapê nîşan dayîn, rihê fedayî yê berz ê Apoyî û helwesta lehengî ji hêla me hevrêyên wan û gelê Kurd ve tim mînak werin dîtin. Dilsoziya hevrêyên me yên şehîd ên bi armancên wan ve û meşa wan a bêtirs a bi ser şehîdbûnê ve, di meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad de me zêdetir li serfiraziyê asê bike.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê didin tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz.

5. 29'ê Gulanê saet di navbera 16:00-19:00 de li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê, êriş li ser tunelên şer çêbû. Di van êrişan de çeka kîmyewî hate bikaranîn.

6. Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hêzên dagirker ên li Zap û Avaşînê guhert.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

– 27'ê Gulanê saet di 21:00 de ji qereqolên li ser sînor ên li qada Sîdayê bi obusan herêma Zapê hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê şewat bi hawirdorê ket.

– 28 û 29'ê Gulanê ji qereqolên li ser sînor ên li qadên Tabûra Ereban û Werxelê, bi obusan herêma Avaşînê hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de şewat derket û hîn jî dewam dike.

– 29'ê Gulanê saet di 19:30'î de qada Zendûra ya Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

– Artêşa Tirk a dagirker 29'ê Gulanê saet di navbera 20:40-23:00 de qada Şehîd Serxwebûn, girên Petrut û Qela Bêdewê yên herêma Zapê, hêzên xwe yên dagirker guhert.

– Artêşa Tirk a dagirker 29'ê Gulanê saet di navbera 21:30 û 22:30 de hêzên xwe yên dagirker ên li qadên Mamreşo, Mervanos û Şûkê yên herêma Avaşînê guhert.

– 30'ê Gulanê saet di navbera 04:00 û 07:30'î de ji qereqolên li ser sînorê Sîda û Çemçoyê bi obusan bombe li herêma Zapê barand.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye.

30’ê Gulana 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê