Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xaburê de Li Herêma Metîna;
– 1’ê Tebaxê saet 16:30’î li dijî dagikerên li Goxaza Girê Azad a Zendûrayê çalakiyeke ya sekvaniyê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerk hatiye cezakirin.
– 1’ê Tebaxê saet navbera 21:00-23:00’an tevgera helîkopteran li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê pêk hatiye. Di heman saetan de artêşa TC’ê bi helîkopteran hêzên xwe yên li Girê Şehîd Çiya guherîne. Derdorî gundê Derarê û Hiror ên girêdayî bajarokê Kanî Masî ya Amêdiyê ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombekirin.
2. Herêma Zap û Avaşîn
– 1’ê Tebaxê saet navbera 07:00-19:00’an, 2’yê Tebaxê saet 07:00’an artêşa TC’ê, li dijî berxwedana gerîla ya li tûnelên şer ên herêma Werxelê ya Avaşîn encam negirtiye, dîsa sûcê şer kiriye û gazên kîmyewî bikar aniye. Ji 27’ê Tîrmehê û vir ve tevgerekî zêde ya dronan heye.
– 31’ê Tîrmehê û vir ve ji qereqolên li xeta sînor qada Werxelê ya Avaşîn bi obusan dijwarî tê bombekirin.
– 1’ê Tebaxê saet navbera 23:00-00:00’an, artêşa TC’ê hêzên xwe yên li Bervanos, Banista, Tabûra Eereban bi helîkopteran guherandiye.
– 1’ê Tebaxê saet 16:30’î tûnelên şer ên li Girê Sor ê Avaşîn bi teqemeniyan hatiye bombe kirin, saet navbera 12:30-13:30’î tûnelên şer û derdorî wê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obûsan û çekêngiran hatine bombekirin.
– 1’ê Tebaxê saet 01:00’an tûnelên şer ên li devera Werxelê ya Avaşîn 2 carî bi teqemeniyan hatiye bombekirin.
– 2’yê Tebaxê saet 09: devera Çemço ya Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatiye bombe kirin.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.
2’yê Tebaxa 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê