HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 17’ê Tîrmehê di demjimêr 05:00’ê siharê ve artêşa Tirk ya dagirker li herêmên Zengok, Newala Mara, Kara Hemze, Ava Mûrat û derdorê wê bi Skorsky û wesayîtên zirxî operasyon daye destpê kirin. Ev operasyona ku bi şêwazî lêgerîna herêmê û keşfê berdewam dikir, ber bi şevê ve qismekê xwe vekişand. Her wiha yekîneyên leşkeran ên li bejahiyê xwe veşartibûn, di 18’ê mehê de xwe vekişandin.

2. Di roja 18’ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker girê Kêla Şerefiyê ya ser bi Gabara Şirnexê ve bi çekên giran gulebaran kiriye. Di encama vê gulebaranê de li Berê Mîrê û Şehîd Silav şewat derketiye.

19 Tîrmeh 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê