Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Tebaxê li derdora saet 11.30’ande li Ordu, navçeya Akkuş nêzî bajaroka Salman li dijî maşîna tevgera taybet a jenderme yan ji hêla tîma çalakiyê ya Şehit Kemal Pîr çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiye veguheriye pevçûnê çawuşeke pispor ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê ji hêla artêşa TC li dijî herêma çalakiyê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
2. Di 3’ê Tebaxê li derdora saet 22.00’ande li navenda Agirî yê dozerek, qirêderek û pîkabek ku girêdayî waliti ya Agirî yê ye ji hêla gerîla yê me hatiye şewitandin. Herweha ji hêla gerîla yê me bêtêlek jî hatiye desteserkirin.
3. Di 3’ê Tebaxê saet 13.30’ande li Colemergê li dijî tankek ku nêzî qereqola Gemanê ku girêdayî Şemzînanê ye ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de tank bi piranî zirar dîtiye û herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji hêla me nehatiye zelalkirin.
4. Di 3’ê Tebaxê di navbera saet 11.00-12.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Navçela û Stûnê ku bi ser Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de agirê li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
5. Di 3’ê Tebaxê li derdora saet 23.00’ande li Mêrdînê li dijî yekîneyeke bi tevger ya dijmin ku ji qereqola Golê ku bi ser herêma Omeryane derdikevin ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin hejmarê kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa TC li erazî şewat hatiye derxistin. Di encama şewatê de rezên gundiyan şewitiye.
6. Di 3’ê Tebaxê li Şirnex li dijî herêmên Girê Quling, Şehît Azîme, Girê Kunav û Deşta Sor ku bi ser Herekolêne bi tevlêbûna cerdewanên Osyan û Berwarî û herweha bi tevlêbûna gundiyên li zomên Deşta Sor ji hêla artêşa TC bi daxistinan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di heman rojê saet di 18.00’ande bêencam paşde vekişiya ye.
7. Di 2’ê Tebaxê di saetên êvarî li navbera Şirnex û navçeya Sêrtê li Dihê ji hêla gerîla yê me çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Di encama çalaki ya rêbirînê de ji hêla gerîla yê me dest danîne ser 2 maşîna. . Piştî çalakiya rêbirînê ji hêla gerîla yê me li dijî avahiya qeymeqamtiyê, lojmanên polîs û jendermeyan, Şûbe ya leşkeriyê û muduriyeta ewlehiyê ku li navenda Dihê çalakiyeke duyemîn hatiye lidarxistin. Çalakiya ku veguheriye pevçûnê û heta 3’ê Tîrmehê saet 01.00’an berdewam kiriye hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji hêla me nehatiye zelal kirin. Dijmin bi 3 helikopterê skorsky kuştî û birîndarê xwe ji herêma çalakiyê dûrxistiye. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin avahiya muduriyeta ewlehiyê şewitiye û herweha çepereke dijmin jî hatiye imha kirin. Di encama pevçûnên hatiye jiyandin hevalê me yê bi navê Silav (Filiz Talu), Kendal (Tuncay Daşdemîr) û Serdem (Alî Aksu) bi lehengî şerkirine û gihîştine şahadetê.
Di 3’ê Tebaxê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC bi helikopterên kobra bomberan hatiye kirin. Herêma çalakiyê jî ji hêla artêşa TC hatiye şewitandin.
Agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine;
Navê Kod: Sılav Amed |
Navê Kod: Kendal Ararat |
|
Navê Kod: Serdem Fedakar |
4 Tebax 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG