HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Tîmên me yên gerîla yên bi tevger, bi ruhekî fedaî yê Apoyî şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di bin şertên herî dijwar de berxwedaneke dîrokî dikin û di çalakiyên gerîlayan de 10 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûne û derb li wesayîteke zirxî hatiye xistin. Artêşa Tirk a dagirker gelek caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 9 caran bi balefirên şer, 27 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirine.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 17’ê Tîrmehê e saet di 09.00’an de dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve werin, hêzên me li dagirkeran dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û derb li wesayîteke zirxî hatiye xistin.

Di 17’ê Tîrmehê saet di 22.30’an de dema ku helîkoptera Skorsky xwestiye leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me gule li helîkopterê reşandine. Helîkopterê nekarî leşkeran deyne û neçar maye ji qadê derkeve.

Di 17’ê Tîrmehê de saet di 19.50’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Arjîn bûn, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji du milan ve li dagirkeran dane. Her du milan bi çekên giran û şexsî li dagirkeran dane û di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 17’ê Tîrmehê de dagirkeran dema xwestine ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê werin du caran bi taktîka sabotajê li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Cenazeyê dagirkerên birîndar heta şev di bin kontrola hêzên me de maye.

Di 17’ê Tîrmehê de saet di 19.10’an de dagirkeran dema ku xwestine ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve werin, li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kiriye;

Di 17’ê Tîrmehê de çeperên şer ên li Qada Berxwedana Girê FM bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker yên bi helîkopter, obus, çekên giran û balafirên şer kirine;

17’ê Tîrmehê li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Girê FM, Girê Cûdî û Şkefta Birîndara dron geriyane.

Di 17’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê Amediyê, Sîda û Saca û derdora çemê Zapê 9 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

17’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Kurojahro, Girê Hakkarî û Girê Amediyê 27 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatine bombekirin.

17’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Kela Çemço û Girê Cûdî bi obus û çekên giran yên ji qereqolên ser sînor ve hatine avêtin hatin bombekirin.

 

18 ê Tîrmeha 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê