HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12'ê Tîrmehê de li qada Tepê Zerdeş ê navbera gundên Mistafye û Xetesor ên navçeya Qers Qaxizmanê, artêşa Tirk a dagirker derketiye operasyonê. Di operasyonê de bi wesaîtên sivîl, herêm hatiye şopandin û keşif hatiye kirin. Operasyon di heman rojê de bi dawî bûye.

2. Di 10, 11 û 12'ê Tîrmehê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk di saetên cûda de li ser sînorê Garê û Qendîl, Metîna, Zap û Heftanîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane.

13 Tîrmeh 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê