HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li gelemperiya Eyaleta Serhedê dest pê kiriye, hêzên me roja 14'ê Tebaxê saet 16:30'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku hewl dida li mintiqeya Tepê Reş a li herêma Kizil Kîlîse ya navçeya Qaqizman a Qersê bi cih bibe çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, herî kêm leşkerek hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

2. Di daxuyaniya 17'ê Tebaxa 2018'an de me dabûn xuyakirin ku 13'ê Tebaxê li herêma Kizil Kîlîse ya navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonê kir û hêzên me 14'ê Tebaxê li yekîneyên operasyonê xistin û di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin. Me ragihandibûn ku di çalakiyan de hevalê me Şervan ê bi lehengî li dijî dijmin şer kir, şehîd bû.

Agahiyê nasnameyê Şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Şervan Şaho

Nav paşnav: Ridvan Yaşar

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Dayik-Bav: Hediye-Kûtbettîn

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tebaxa 2018'an / Qers

Şervan – Rıdvan Yaşar

3. 23'ê Tebaxê saet 10'an, balafirê şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora girê Şekîf û Çemê Lolanê yên Xakurkê û qada Werxelê ya Zapê barandin, ku ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ne.

 

24’ê Tebanxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê