Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Roja 24'ê Mijdarê saet navbera 08:30 û 09:30 de, li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hêzên me ji 3 baskan ve çalakiyek pêk anîn.
Derbên giran li çeper û stargehên li Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi tank, obus, hawan û balafirên şer bombe li herêma çalakiyê barand. Ji ber vê bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
2. 1'ê Mijdara 2018'an li navçeya Qûbînê ya Êlihê, komeke ji hevalên me ku bi erka xwe radibûn li hêzên dijmin rast hat û şer qewimî. Hejmara leşkerên dijmin ên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Hevalê me Îbrahîm ê di vî şerî de heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir, şehîd bû.
Li nava malbateke welatparêz û berdêldayî ji dayik bû. Hevrêyê me Îbrahîm hîn biçûkatiya xwe bi rastiya Kurdistanê hesiya û jiyana xwe li ser wê bingehê ava kirin ku hêjayî şehîdan be. Her ku mezin bû kîn û hêrsa wî ya li dijî dijmin min jî zêde bû. Hevrê Îbrahîm sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Li gelek qadên şer bi pratîkeke serketî rabû û bû şopdarê kevneşopiya fedayî. Ji bo tola şehîdan hilîne berê xwe da Qûbînê û li wir tevlî nava karwanê nemiran bû. Hevrê Îbrahîm ku eşqa Rêbertî her di dilê wî de bû, bi biryardarî bi ser wezîfeyên herî giran ve çû. Wezîfeya me ya yekane ye ku em têkoşîna wî bi ser bixînin. Bila serê malbata Kayaalp a welatparêz, tevahiya gelê me yê welatparêz sax be. Em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.
Agahiyên nasnameyê şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Azîz İbrahim Sarı Nav û Paşnav: Botan Kayaalp Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik - Bav: Şadiye - Fahrettin Cih û Demê Şehadetê: Amed/ 1’ê Mijdarê 2018’an
|
İbrahim – Botan Kayaalp
28’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê