Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 2’ê Avrêl'ê de di saetên serê sibê de li Qilabana Şirnexê li barageha Leşkerî ya Elemun û dora wê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve operasyonek hatiye li darxistin û operasyon hate saet 10.00’an paşde vekişiyaye. Di 3’yê Avrêl'ê de li girê Elemun bi piştgiriya 2 helîkopterên kobra artêşa tirk bi 200 leşkerî operasyon pêk aniye û ber bi saetên êvarê de vekişiyane. Beriya operasyon û dawiya operasyonê bi wesayîtên hewayî yên bê mirov jî keşf hatiye kirin û heta saetên serê sibê yên 4’ê Avrêl'ê faliyetên xwe berdewam kirine.
2. Di navbera roja 2-4’ê Avrêl'ê de li herêmên Qendîl, Zap û Heftanînê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balafirên bê mirov xebatên keşfê hatiye kirine.
04 Avrêl 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê