HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3-4-5'ê Îlonê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li qadên Qendîl, Xakurkê, Gare, Metîna, Heftanîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê, firiyane û keşif kirine.

2. Ji 5'ê Îlonê û vir ve artêşa Tirk a dagirker, li gel keşif û helîkopterên Kobra li qadên Dera Hênê û Girê Goşinê yê navçeya Şirnex Qilabanê, derketiye operasyoneke dorfireh. Ev operasyon hînê dewam dike.

3. Ji 5'ê Îlonê û pê ve li qada Oremar a ser bi navçeya Colemêrg Geverê, artêşa Tirk a dagirker ketiye nava tevgerê. Her weha liv û tevgera tankan a li derdora Girê Şehîd Zinar jî dewam dike.

4. Ji 3'ê Îlonê û pê ve, artêşa Tirk a dagirker bi hejmareke zêde leşker veguhastiye qereqola li gundê Axkif ê ser bi navçeya Bêdlis Hîzanê. Li vê herêmê amadekariya operasyonê tê kirin.

5. Di 5'ê Îlonê de, li derdora gundê Kina Sor ê ser bi navçeya Bêdlis Tetwanê, yekîneyeke kontra ya artêşa dagirker a Tirk di nava tevgerê dene.

6 Îlon 2013

Navenda Çapemenî – Ragihandina HPG