Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 13’ê Avrêlê di navbera demjimêr 18.00 û 24.00'an de herêmên Şehîd Gafur û Şehîd Karker yên girêdayî Oremarê ya girêdayî navçeya Gever Colemêrgê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
2. Di roja 12’ê Avrêl'ê de di navbera demjimêr 16.00 û 24.00 de li ser çiyayê Gabarê yê Şirnexê balfirên keşfê yên bê mirov bi awayek berfireh geriyane, û piştre artêşa dagirker a Tirk çiyayê Gaber'ê bi awayekê dijwar bi obîs û hewanan hatiye topbarankirin.
3. Di roja 11’ê Avrêl'ê artêşa dagirker a Tirk li Kilê Êlê ya li quntara çiyayê Agiriyê bi hinceta tedbîqatê dest bi operasyonê kiriye û operasyon li ser sînorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê didome.
4. ji 4'ê Avrêl'ê û vir ve li derdora girê Elemûn û Kurikê Omer ên li ser xeta sînor a navçeya Qilaban a Şirnexê, artêşa dagirker a Tirk piştî xebatê balafirên keşfê dest bi operasyonê li van herêma kirine û di çerçoveya operasyonê de ji aliyê leşkerên artêşa dagirker a Tirk li herêmê kemîn tên danîn.
14 Avrêl 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê