HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. 29’ê Nîsanê li devera gundê Sinemergê ya girêdayî herêma Sasonê ya Êlihê endamên yekîneyên taybet û sîxûr ên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmê xebatên lêgerînê dikirin, kirine bin kontrolê.

Li dijî van yekîneyên ku demekê hatine şopandin heman rojê saet 11:00’an dema ku dixwestin ji qadê derkevin li dijî yekîneyeke wan çalakiyeke ya sabotajê haiye kirin. Bi temamî wesayîta dijmin hatiye rûxandin, windahiyên dijmin çêbûn. Lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahî nehatin zelalkirin.

Artêşa TC’ê pişî çalakiyê û şûnde li devera Sinemergê û Sebanê dest bi operasyonekê kiriye. Ev operasyon 1’ê Gulanê bê ku encamekê bigire ji qadê vekişiyane.

Yekîneya me ya çalakî jî kirî bi sax û silametî vegeriyane navendên xwe.

2. 4’ê Gulanê saet 15:30’î balafirên şer devera Kunîşka ya girêdayî herêma Zapê bombe kiriye.

5’ê Gulanê saet 14:30’î balafirên şer Girê Qesroke û herêma Heftenîn, saet 15:00’an jî devera Saca ya Herêma Zapê jî bombe kiriye.

Di van bomberdûmanan de ti ziyanek negihiştiye hêzên me.

6'ê Gulanê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê