Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Encamên çalakiyên hatine kirin;
26'ê Gulanê saet 00:10'an, hêzên me li dijî qereqoleke ku li taxa Eldê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê nû tê çêkirin, çalakiyek kirin. Li dijî wesayitên ku di çêkirina qereqolê de tên bikaranîn û stargehên hêzên dijmin çalakiyên sabotajê hatin kirin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirni û birîndar bûn nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitên zirxî dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 3 tîmên taybet hatin kuştin, 8 tîmên taybet jî birîndar bûn. 2 hevalên me yên ku li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
27'ê Gulanê saet navbera 00:10-01:00 hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Harûna yê Şemzînanê 2 çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
25'ê Gulanê saet 14:30'î, hêzên me li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Gafûr ê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
2. Hêzên me roja 25'ê Gulanê saet 19:10'an li dijî qereqola Şerga ya li ser rêya Çewlig-Xarpêtê çalakiyek kirin. Ji du aliyan ve derbên giran li çeper, stargeh û wesayitên zirxî yên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 25'ê Gulanê saet 18:00 li li dijî leşkerên li qereqola Xirabê Alê ya li herêma Bagokê ya li Mêrdînê çalakî kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
4. 18'ê Gulanê, komek ji hevalên me ku li navbera gundên Geliyê Sol û Tilekê yên navçeya Pulur a Dersimê bi erka xwe radibûn, li hêzên TC ên dagirker rast hatin û şer li vir qewimî. Piştî şer, hêzên dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber êrîşa bi balafirên şer du hevalên me şehîd bûn.
Nasnameyê şehîdên Me:
Nasnav: Mazlûm Dûrakli Nav paşnav: Mûstafa Temûr Cihê jidayikbûnê: Heleb Dayik-Bav: Şîraz-Zekeriya Dem û cihê şehadetê: 18'ê Gulana 2018 / Dersim
|
Mazlum – Mustafa Temur
Nasnav: Sûat Roj Nav paşnav: Sûat Akkaya Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Emîne Mehmet Dem û cihê şehadetê: 18'ê Gulana 2018 / Dersim
|
Suat – Suat Akkaya
Hevalê me Mazlûm Dûrakli li Helebê ji dayik bû û dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd bêdeng nema û tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Hevalê me Mazlûm ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, bi bîr û baweriya neteweyî tevlî nava refên gerîla bû û ji roja tevlî bû û pê ve ji bo azadiya gelê Kurd xebitî. Bi nêrînên Rêber Apo jiya, gerîlatî kir û li dijî dijminê dagirker ji bo parastina gelê me berê xwe da Dersimê. Dema ku li Dersimê bû, li dijî asîmîlasyon û êrîşên qirkirinê yên dijmin bû yek ji wan hevalan ku bi rengê herî aktîf şer kir. Yek ji hevrêyên me yên leheng e ku heta kêliya şehîd bike jiyaan xwe diyarî azadiya Kurdistanê û Rêber Apo kir. Bi vî rengî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.
Hevalê me Sûat Roj li navçeya Pîran a Amedê ji dayik bû. Di nava kevneşopiya welatparêz de mezin bû, mîna bi hezaran ciwanên Kurd teslîmiyeta ku li ser gelê me hate ferzkirin qebûl nekir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi hestên xwe yên pak ên welatparêziyê ji dil tevlî nava têkoşînê bû. Di nava hevalên xwe de timî dihate hezkirin û hevalekî mînak bû. Hevalê me Sûat ku di gerîlatiyê de hewl da serwer bibe, bi rengekî fedayî tevlî şer bû.
Di serî de malbatên me yên şehîdan ên hêja, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku em ê Kurdistanê azad bikin ku xewn û xeyala şehîdên me ye.
27’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê